Mesafeya civakî di 2 saetan de tine kirin 2020-04-11 14:31:24   ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB’ê Dr.Bulent Nazim Yilmaz, derbarê îlankirina qedexeya derketinan kolanan de, diyar kir ku mesafeya civkaî di 2 saetan de tine kirin.    Wezîrê Karê Hûndir, di çarçoveya bergiriyên vîrûsa korona (Kovîd-19) de, duh 2 saet mabûn ji nîva şevê re qedexeya derketina derve ji bo 2 rojan îlan kir. Welatî li ser vê yekê ji bo pêdiviyên xwe herikîn firin û markêtan. Rayedaran bi vê biryarê bûn sedem ku mesafeya civakî ya di navbera mirovan de ji holê rabe û talûkeya belavbûna şewbê zêdetir dibe.     Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Bulent Nazim Yilmaz, îlankirina qedexeya derketina kolanan ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin. Yilmaz, diyar kir ku di vir de herî zêde mebesta îdarî derdikeve holê û wiha axivî: “Diviya bû ev biryar ji aliyê Wezareta Tenduristiyê û Desteya Zanistê ve bihata ragihandin. Ger fikarên welatiyan bihatan derbas kirin rewş wisan ne dibû. Bêyî ku daxuyaniyên pêwîst bên dayîn, agahiya qedexey hat dayîn. Ev jî bû sedem ku mirov bêyî rûpoş û lepikan bibezin firin û markêtan. Em weke TTB’ê ji roja dest pê kê ve hişyariya mesafeya civakî dikin. Wezîrê Tenduristiyê jî ev çend heftene balê dikîşîne  ser mesafeya civakî. Lê ev mesafeya civakî di 2 saetan de ji holê hat rakirin. Vê jî nîşan da ku rêveberiyekê ku ji derveyî zanistê tevbigere, dê en serkeftî be.”    BAWERÎ NEMAYE    Yilmaz, da zanîn ku gel di vê pêvajoyê de hemû biryaran pêk tîne û wiha got: “Nêzî 10 rojane em dibînin ku kolan û cade çawan vale bûne. Ev jî dide nîşan de ku civakî bi awayekê pir hesas nêz dibe. Lê ger hûn vê baş bi rêve nebin, wê piştî demekê rehetbûn çêbe. Ev hemû ciwakê bê bawer dikin. Bê bawerîbûn jî zirarê dide pêvajoyê.”   Yilmaz, bal kişand ser piştevaniyê û wiha bi dawî kir: “Divê keyfxweşî û coşa gel bê bilindkirin. Ji bo vê piştevanî pir girînge. Em dikarin bi piştevaniyê vê pêvajoyê hîn rehettir derbas bikin.”