'Li ser doşekekê 3 girtî radizên' 2020-04-11 15:35:19   DENÎZLÎ  - Girtî Mahmut Bagriyanik ê 22 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Kocabaş a Denîzliye dimîne, diyar kir ku di vê pêvajoya şewba vîrûsê gefan li wan dixwe de li qawîşa 6 kesan 17 girtî dimînin û di doşekekê de jî 3 girtî darizên.    Li aliyekî zext û tundiya li ser girtiyan berewam dike, li aliyê din girtî di nava şertên giran de dijîn. Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa Corona gafan li girtiyan dixwe de girtî ji hemû mafên xwe yên tenduristîiye bêpar dijîn.  Girtî Mahmut Bagriyanik ê 22 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Kocabaş a Denîzliye dimîne, diyar kir ku di vê pêvajoya şewba vîrûsê gefan li wan dixwe de li qawîşa 6 kesan 17 girtî dimînin û di doşekekê de jî 3 girtî darizên. Mahmut Bagrıyanik ku 4 salin li Girtîgeha Denîzliyê girtîye bi rêya telefonê agahî da Hevjîna xwe Remziye Bagiriyanik. Bagiriyanik, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê 2 qawîşên girtiyên siyasî kirine yek û li odeya 6 kesan 17 girtî dijî. Bagiriyanik, anî ziman ku ji ber 2 qawîş kirine yek û hêjmar pir zêde ye, li ser her dojekekê 2-3 girtî radizên.    'NIKARIN BÊHNA XWE BISTÎNININ'    Bagiriyanik, da zanîn ku li dijî şewba vîrûsê qawîş dezenfektan kirine, lê lepik û maske li wan belav nekirine û wiha got: "Niha qawîşa me pir qelebalix e. Em nikarin bêhna xwe bistinin. Hin hevalên me zahmetiyê dijîn ku nefesê bistînin. Hefteya borî hin hevalê me qirika wan êşiya û bi zekemê ketin. Dema diçin bijîşk hebekê dide wan û wan dîsa dişîne. Ji ber vê yekê dema em nexweş dikevin em naxwazin biçin bijîşk. Malzemeyên paqijiyê bi sînor didin me. Em bi derfetên xwe hewl didin xwe ji nexweşiyan biparêzin."    Hevjîna Mahmut Bagiriyanik Remziye Bagiriyanik bertek nîşanî ê rewşê da û destnîşan kir ku rayedar li girtîgehan li dijî vîrûsê tedbîrê nagirin. Remziye Bagiriyanik, ani ziman ku niha li meclîsê zagona înfazê tê niqaşkirin û wiha got: "Rayedar qala wekheviyê dikin. wê demê çima girtiyên siyasî li derveyî zagonê dihêlin? Em ê hişmendiya qirêj qebûl nakin. Ger ku vîrûs derbasî girtîgehan bibe dê gelek girtî jiyana xwe ji dest bidin."