Bila Fatma Tokmak serbest bê berdan 2020-04-11 16:04:18   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê vê hefteyê di çalakiya "Rûniştina F" de bal kişandin ser Fatma Tokmak û xwestin serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 420’an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê jî ji ber şewba vîrûsa corona li ser hesabê medya civakî duxuyanî dan. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Fatma Tokmak a di sala 1996'an de hat binçavkirin û piştî îşkenceya giran hat girtin û xwestin Tokmak serbest bê berdan. Endama Komîsyonê Meral Şahin daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan bê navber berdewam dike û zêde die.    Şahîn diyar kir ku AKP'ê ev şawba vîrusê ji bo xwe kiriye firsend û wiha got: "Îqtidara AKP'ê zagona înfazê li dijî hemû hiqûqên cîhanê û rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn dixe meriyetê û di vê pêvajoya şewbê de ji bo xwe dike wekî firsend. Îqtîdara AKP'ê bi vê zagona înfazê hemû bersûc û sûcdarên dijminê jinan, sûcdarên diziyê, tiryakê û cinayetan serbest berdide. Li aliyê din rojnameger, parêzer, hunermend, xwendekar û siyasetmedaran jî bi vê zagonê di hundir de dhêle û wan terkî mirinê dike. Bi vê zagonê bi hezaran girtiyên nexweş dê di nava çar dîwaran de bi mirinê re rû bi rû bimîne.    HER ROJ JI BO TOKMAK RÎSK E    Şahin, anî ziman ku bi îşkenceyê îfadeya Tokmak girtine û niha yek ji nexweşên rewşa wan giran Fatmak Tokmak e. Şahîn, da zanîn ku Tokmak niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û wiha got: "Beriya Fatmak Tokmak bê girtin tu nexweşiyên wê tune bû. Lê ji ber îşkenceya giran û şertên xerab gelek nexweşî bi Tokmak re çêbûne. Niha Tokmak divê bi rêk û pêk derman bixwe û tedawî bibe. Di vê pêvajoyê de her roj ji bo Tokmak rîsk e. Em dixwazin Tokmak û hemû girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Em dixwazin ev zagon ji bo girtiyên nexweş û hemû girtiyan wekheviyê esas bigire."