Wekîlê AKP’î di kargoyê de cenaze şandin parast 2020-04-11 16:08:26   ENQERE – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, ji bo Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan ê got, “Cenazeyê Agit Îpek li gorî usûl hatiye şandin û çend parçeyên hestiyane” bertek nîşan da û wiha got: “Ne wijdan û ne jî nirxên etîk ên mirovahiyê yên desthilatdariyê mane. Ev sûcê mirovahiyê ye.”   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, di Desteya Giştî ya Meclîsê de, derbarê cezayê Agît Îpek ê di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da yê bi kargoyê ji malbatê re hat şandin de axivî.    Beştaş, bertek nîşan da û wiha got: “Ew mafê her kesî heye ku bi layîqî bên definkirin, goreke wan hebe û şîna wan bê girtin. Dayik bi salan li bendê bû ku cezayê kurê xwe bigire. Herî dawî di kargoyekê teslîmî dayîkê tê kirin. Ev ne tene bêwijdaniye, di heman demê de sûce. Ev sûcê mirovahiyê ye. Divê demildest lêpirsîn derbarê kesên ev sûc kirin de bê vekirin.”   OZKAN Ê AKP’Î: LI GORÎ USÛL DANE    Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan piştî Beştaş mafê axaftinê girt û wiha got: “Li gorî usûl cezane bi kargoyê ji malbatê re hatiye şandin. Mijara cenaze bi kargoyê îade kirin, bûyereke weke edlî li ber me ye. Ji xwe çend parçeyên hestiyane.”   ‘HÛNÊ HESAP BIDIN DAYÎKAN’   Beştaş, bertekek tund nîşanî vê axaftina Ozkan da û wiha hêrsa xwe anî ziman: “Gelo hûn li gorî çi cesed an jî hestî ji hev cuda dikin? Gelo testa DNA’yê heye, belê heye. Kî ev cesed parçe kir, çima bû hestî, em naxwazin li vê nîqaş jî bikin. Lê ya xuya dike ne wijdan û ne jî nirxên etîk ên mirovahiyê yên desthilatdariyê mane. Ev sûcê mirovahiyê ye. Hûnê hesap bidin dayîkan.”