Li ber qereqolê dar qetil kirin 2020-04-11 16:25:44 AMED - Li Gundê Barînê yê Navçeya Pasûrê li pêş qereqolê dar qetil kirin. Kesên nasnameya wan nehat diyarkirin, li peş qereqola eskeran darên berû birîn û çûn.  Li Gundê Barînê yê Navçeya Pasûrê ya Amedê kesên nasnameya wan nehat diyarkirin, li pêş qereqola eskerî darên berû birîn û çûn. Kesên dar birîn, dar li tenişta rê li ser hev kom kirin û çûn. Welatiyên gund ku ev yek ferq kirin, diyar kirin ku kesên bi maşîneyan di saetên serê sibê de hatin qada daristanê dar birûn û çûn. Nehat zanîn ku kê dar birine, lê balkêş e darên hatin birîn li tenişta qereqola eskerî hatiye birîn û rayedarên qereqolê dengê xwe ji bo vê yekê nekiriye.