Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan 2020-04-11 17:04:54   STENBOL - Di van rojên ku zagona înfazê ya cudakariyê dixe nava girtiyan li meclîsê tê niqaşkirin, malbatên rojnamegerên girtî li ser hesabê medya civakî bang kirin û xwestin bêyî vîrûs bigêje rojnamegeran, rojnameger serbest bêne berdan.    Zanona înfazê ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatibû amadekirin û ji 70 xalan pêk tê 3 rojin li meclîsê tê niqaşkirin. Zagona înfazê ku cudakariyê dixe nava girtiyên siyasî û dê rê li pêş 90 hezar girtiyên edlî veke rastî bertekên malbatên girtiyên siyasî, komele û rêxistinên mafên mirovan tên. Malbatên rojnamegeran jî bertek nîşanî cudakariya înfazê dan û xwestin rojnameger bêne berdan. Malbatên rojnamegerên girtî li ser hesabê medya civakî bang kirin û xwestin bêyî vîrûs bigêje rojnamegeran, rojnameger serbest bêne berdan. Malbatên rojnameger Aziz Oruç, Ferhat Çelîk, Nedim Turfent, Hulya Kilinç, Aydin Keser û Rawin Sterk ji bo rojnameger û girtiyên siyasî serbest bêne berdan bang li rayedarên hikûmetê û partiyên siyasikirin. Malatan xwest bêyî vîrûsa corona bigêje girtîgehan hemû rojnameger û girtiyên siyasi serbest bêne berdan. Malbatan ji bo zêdeyî 100 rojnamegerên girtî bang kirin û li ser medya civakî etîketa  #GazetecilereAcilTahliye - #RojnamegeranZûBerdin parve kirin.