Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê 2020-04-12 07:46:25     OSMANIYE - Girtiyê neşweş Sabrî Kaya ku heta niha gelek caran rakirin nexweşxaneyê û birin girtîgehê, dîsa rakirin nexweşxaneye û niha di unîteya koma de ye. Piştî şandin girtigehê dîsa ji ser xwe çû û cara sêyemîn rakirin nexweşxaneyê.      Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Kaya piştî darmankirina 10 rojan, cardin paşve şandin girtîgehê. Kaya, di 2'ê Nîsanê de rakirin revîra Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê. Piştî demekê li nexweşxaneyê ma dîsa şandin girtigehê. Kaya, piştî ji ser hişê xwe çû cara sêyemîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Kaya niha li unîteya koma di bin venêrtina zêde de tê girtin.      Keça Kaya Dîlan Kaya, destnîşan kir ku rewşa bavê wê bi nabizên destan kontrol dikin û dîsa rakirine nexweşxaneyê û wiha got: "Ji ber rewşa wî xerab e bi lez rakirine nexweşxaneyê. Bijîşkan ew xistine beşa komayê. Ez li girtîgehê geriyam, gotin 'Ji bo tedbîrê şevekê razandine. Bavê min di nava girtîgeh û nexweşxaneyê de dibin û tînin. Nexweşê giran e. Em dixwazin demildest bê berdan."    Kaya, ji 25'ê Adarê heta niha 3 carin radikin nexweşxaneyê û dixin beşa komayê.