Meclîsê 30 xalên qanûna înfazê qebûl kir 2020-04-12 07:56:14   ENQERE - Beşa yekemîn a qanûna înfazê ya heta xala 30’î li Meclîsê hate qebûlkirin. Di hevdîtinê de mûxalefetê 90 pêşniyazname dabû, hemû jî hatin redkirin.   Beşa yekemîn a qanûna înfazê ya heta xala 30’î li Meclîsê hate qebûlkirin. Di hevdîtinê de mûxalefetê 90 pêşniyazname dabû, hemû jî hatin redkirin. 30 qanûn bêyî ku were guherandin, wê têkeve meriyetê.   Hin xalên sereke wisa ne:   *Rayeya berdan, serbestiya bi kontrol û îtîraza ji cezayên dîsîplînê wê têkeve destê Hakîmtiya Înfazê.   *Dozgerê Komarê wê karibe ku biryarên ji bo înfazê bibe meseleya gilîkirinê.   *Cezayên girtîgehê yên avakirina rêxistinê û endamtiya rêxistinê sînora wê ya hindik û zêde hate guherandin. Avakarên rêxistinê ji sê salan heta şeş salan wê ceza li wan were birîn. Endamtiya rêxistina ji bo sûc jî wê ji du salan heta çar salan be.   *Cezayê sûcê selefkariyê û cezayê pere hate zêdekirin.   *Jinên ducanî yan jî zaroka wan salek û neh mehî be, wê cezayê wan ê girtîgehê were paşxistin.   *Destpêkirina lêpirsîna dîsîplînê ji 7 rojan derkete 15 rojan.   *Wê zarokên girtî êdî mehê carekê karibin malbatên xwe bibînin.