Li Qersê 'Kampanyaya Xwişk û Bira': 23 malbat gihan xwişk û birayê xwe 2020-04-12 09:05:20   QERS - Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de, li Qersê 23 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, pêwendiya wan bi malbatên dixwazin piştevaniya wan bikin re hat danîn. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, got: "Ev kampanya careke din piştevaniya gelên me nîşan da."    "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajarên herêmê hêdî hêdî pêk tê. Di vê çarçoveyê de ku Qersê jî 23 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, pêwendiya wan bi malbatên dixwazin piştevaniya wan bikin re hat danîn. Hevşaredara Şaredariya Qersê Şevîn Alaca, xwest ew di çaçroveya vê kampanyayê de gelan bînin cem hevdu.    Alaca, diyar kir ku li Qersê şewba coronayê pir belav nebûye, lê belê ji ber ku mirov ji metrepolan hatine bajêr rîska belavbûnê hinekî zêde bûye. Alaca, anî ziman ku piştî şewb derketiye holê derfetên şaredariyê hemû seferber kirine. Alaca, da zanîn ku piştî şewb derketiye holê çend roj şûnde maseya krîzê çêkirine û plansaziyeke lezgîn amade kirine û dest bi kar û bar kirie. Alaca, got: "Pêşî me dest bi dezenfektekirine deverên ekirî ku gel diçê kirin. Hê jî ev dever tên dezenfektekirin. Her wiha li gor derfetên xwe em heman xebatê li navçeyan jî dikin. Her wiha em di bin banê 'Midûriyeta Nihêrîna li Malê' ya şaredariyê de jî pêdiviyên welatiyên ku derketina wan a derve qedexeye pêk tînin. Em paqijiya wan a rojane û alvêra wan a rojane jî dikin."    ‘JI BER BIRYARÊN ÎQTIDARÊ EM NIKARIN ALÎKARIYÊ BIKIN'    Alaca, destnîşan kir ku li têketin û derketina bajêr noqteyên kontrolê çêkirine û kesên tên bajêr qeyda wan çêdikin û got, her wiha ji bo li dijî vê pêvajoya şewba coronayê baş tev bigerin bi hewldanên Konseya Bajêr bi rêya telekonferansê bi mirovên zanyar û pisporan re jî diaxifin. Alaca, anî ziman ku niha tenê ne di warê tenduristiyê de di warê aborî de jî krîzek heye û got: "Li Qersê hejmara keêsn betal zêde ye. Bi vê şewbê re pirsgirêkên aborî zêdetir bûn. Piştî şewb belav bû bi sedan mirov ji bo alîkariyê serî li şaredariya me dan. Me jî li bajêr malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît kirin. Piştî tespîtkirinê me gazî esnafên bajêr kirin ku em koliyên alîkariyê amade bikin, lê belê ji ber biryara ku îqtidarê girt me nikaribû ev yek bidomanda."    KAMPANYAYA XWIŞK Û BIRA    Alaca, anî ziman ku niha ew hewl didin tevkariyê bi kampanyaya HDP'ê re bikin û got: "Li bajêr malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye hatin tespîtkirin û alîkariya gelek mirovan hat kirin. Bi taybetî jî gelek welatiyên li derveyî Qersê dijîn diyar kirin ew ê piştgiriya vê kampanyayê bikin. Di demek kin de me zêdetirî 100 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespîtkirin. Me pêwendiya wan malbatan û malbatên pêdiviya wna bi alîkariyê heye bi hev re daanî. Heya niha me pêwendiya 23 malbatên xwişk û bira bi hev re daniye. Di demên wiha de alîkarî pir girîng e. Divê alîkariyên wiha neyên astengkirin. Niha rewşa aboriyê qte nebaş e û divê alîkariya mirovên di mal de ne bê kirin. Heger em nikaribin vê yekê pêk bînin nexwe tu fêdeya banga ji bo 'dimaldemayînê' namîne. Eleqeyek mezin ji bo kampanyaya xwişk û bira heye. Em hewl didin vê yekê mezintir bikin."    ‘EV DER TIRKIYEYEKE BIÇÛK E'    Alaca, anî ziman ku piştî pêwendiya malbatan pev re hatiye danîn, malbat çûne marketan û pêdiviyên xwe peyda kirine û got: "Li vî bajarî gelek nasname jiyanek ava kir. Em dixwazin bi vê kampanyayê rengên li vira bînin cem hev du. Di çarçoveya vê kampnayayê de alîkariya tê kirin pir girîng e. Qers, ji bo gelên vira Tirkiyeyeke biçûk e û ew bajar e ku em dikarin jiyana pev re ava bikin. Ev kampanya careke din piştevaniya gelên me nîşan da. Çimkî wisa xuyaye di vê şewbê de wê rewşa aborî domdirêj neajo. Loma piştevanî pir girîng e. Divê gelê me li gor hemû pîvanan tev bigere û piştevaniyê jî ji bîr neke."    MA / Adnan Bîlen