Ji bo xebatkarên tenduristiyê 2 hezar sîperdank çêkirin 2020-04-12 09:08:53   STENBOL- Li Stenbolê dilxwazên torên piştevaniyê ji bo xebatkarên tenduristiyê yên bi xetereya Covîd-19'yê re rû bi rû ne heya niha 2 hezar sîperdank çêkirin û belav kirin.    Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'yê yek ji komên di xetereyê de ne jî xebatkarên tenduristiyê ne. Li gorî daneyên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) heya niha di zêdetirî hezar xebatkarê tenduristiyê de şewba coronayê hatiye tespîtkirin. Xebatkarên tenduristiyê diyar dikin ku ji ber ku amûrên wan ên parastinê kêm in bi vîrûsa coronayê dikevin. Ji ber vê rewşê li Kadikoy, Kartal, Maltepe, Beşîktaş, Şîşlî, Sariyer û navçeyên din ên Stenbolê hin dildarên tevnên piştevaniyê ji bo ku ji xebatkarên tenduristiyê re sîperdankan çêbikin zend û bend badan.    Dilxwaza Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê Esra Uşutur, anî ziman ku heya niha 2 hezar sîperdank çêkirine û li xebatkarên tenduristiyê belav kirine. Uşutur, diyar kir ku pêşî alîkariya mirovên temenê wan di ser 65 salan re û heywanên li kuçeyan kirine û her çûye xebatên xwe jî li gor pêdiviyan guherandine.    Uşutur, diyar kir ku ji ber daxwazên nexweşxaneyan wan dest bi çêkirina sîperdankan kirine û got, piştî amûr peyda kirine li kafeyeke Kadikoyê dest amûrên hatine peydakirin hatine jêkirin û paşê li malê dest bi çêkirina wan kirine. Uşutur, anî ziman ku ji bo sîperdankan gelek dilxwaz li malê dixebitin û got, piştî ew sîperdankan çêdikin wan dezenfekte dikin û dibin nexweşxaneyan belav dikin.    Her wiha Uşutur, da zanîn ku ji derveyî welat jî sîperdankan tên daxwazkirin.    NE ÇEPIK EKÎPMAN LAZIM    Uşutur, destnîşan kir ku pêdiviya xebatkarên tenduristiyê ne bi çepikan bi ekîpmanê û tevdîran heye û got, lê belê dewlet ji bo van daxwazên xebatkarên tenduristiyê ji nedîtî ve tê.    Uluturî anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de moralê xebatkarên tenduristiyê pir girîng e.    ‘EM PIŞTGIRIYÊ XURT BIKIN'    Uşutur, diyar kir ku her ku pêvajo dirêj bibe wê pêdivî jî zêde bibin û got: "Em heya ji destê me tê em ê hewl bidin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Armanca me ew e ku em piştgirî û piştevaniyê xurtir bikin."    MA / Erdogan Alayûmat - Nacî Kaya