Girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bang kirin 2020-04-12 09:20:48   RIHA - Girtî Kasim Karataş ê 29 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye bi rêya telefonê bi malbatê re axivî û diyar kir ku di vê pêvajoya vîrûsa corona belav dibe de terkî mirinê hatine kirin.    Di vê pêvajoya ku vîrûsa corona (Covit-19) li hemû cîhanê belav dibe de, li Tirkiyeyê girtî bi talûkeya mezin a şewşa Covît-19 re rû bi rûne. Di vê pêvajoya ku malbatên girtiyan, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û siyasetmedarên muxalif bang dikin û dixwazin hemû girtî bêne perdan, îqtîdara AKP-MHP'ê zagona înfazê ku cudakariyê dixe nava girtiyên edlî û siyasî di meclîsê re derbas dike. Heta niha zagona ku ji 70 xalan pêk tê, 30 xal di meclisê re derbas kir. Tevî hemû fikarên malbatan û bangên parazvanên mafê mirovan zagonên cudakariyê di meclisê re derbas dikin. Di vê pêvajoyê de bangên girtiyan jî zêde dibin. Ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtiyan bang li parazvanên mafên mirovan kirin û diyar kirin ku terkî mirinê têne kirin. Girtî Kasim Karataş ê 29 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye bi rêya telefonê bi malbatê re axivî û diyar kir ku di vê pêvajoya vîrûsa corona belav dibe de terkî mirinê hatine kirin.    Kasim Karataş, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "Çalakiya çekdarî pêk aniye" hat girtin û rastî cezayê muebata giran hat. Karataş 29 salin girtî ye. Karataş, bi keça xwe ya dervê welat Gulistan Karataş re bi telefonê axivî û serpêhatiyên li girtîgehê parve kirin. Gulistan Karataş, anî ziman ku bavê wê di sala 2016'an de ji dilê xwe emeliyat bû û nexweşiyên kronîk pêre hene. Gulistan Karataş, diyar kir ku ji bo serbest bê berdan gelek caran serî li rayedaran daye, lê heta niha hemû serlêdanên wan hatine red kirin. Karataş, da zanîn ku bavê wê bi van nexweşiyan nikare di nava şert û mercên girtîgehê de bijî û xwest bavê wê û hemû girtiyên nexweş serbest bê berdan.    Karataş, destnîşan kir ku ji ber vê şewba vîrusa corona bavê wê û hemû girtiyên nexweş di bin talûkeyê de ne. Gulistan Karataş, da zanîn ku bavê wê roja pêncşemê bi telefonê li wê geriya û gotiye hevalên wî yên di heman qawîşê de dikuxun, germa laşê wan zêde ye, lê li gel ve yekê mudaxaleya tibbî nayê kirin. Karataş, bibîr xist ku bavê wê gotiye rayedarên tenduristiyê bi girtiyên nexweş eleqeder nabin û terkî qedera wan kirine. Karataş, anî ziman ku bavê wê gotiye ku rayedar li gorî talûke û rastiya şewba vîrûse tedbîran nagirin û girdî di bin rîskek mezin de dijîn.    Karataş, da zanîn ku edalet tune ye û wekî xizmên girtiyan vê bê edaletiyê qebûl nakin. Karataş, ji hemû kesên xwedi wîcdan û mafên mirovan diparêzin xwest ku li hemberî vê yekê bêdeng nemîin û piştevaniyê xurt bikin.