Rojnameger: Wê tecrîda li ser girtiyan girantir bibe 2020-04-12 09:59:23   STENBOL – Rojnamegeran, sererastkirina înfazê ku li meclisê hevdîtinên wê berdewam dikin, weke pêkanîneke “antî demokratîk” şîrove kirin û gotin ku heke sererastkirin bibe qanûn dê tecrîda li ser girtiyan girantir bibe.   Hevdîtinên sererastkirina înfazê ku ji aliyê piraniya civakê ve nayê qebûlkirin û bertek tên nîşandin, li meclisê berdewam dikin. Yek ji xalên sererastkirinê ku rastî bertekan tê, nedayîna rojnameyên ku Saziya Îlanên Çapemeniyê (BÎK) îlanên fermî û reqlaman nade wan a girtîgehan e.  Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Serokê Lîjneya Rêveberiya Rojnameya Bîrgunê Îbrahîm Aydin, Sekreterê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basin Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Ozge Yûrttaş sererastkirina înfazê nirxandin.    AYKOL: DU DANEKIRINÊN CUDA    Huseyîn Aykol, diyar kir ku bi sererastkirinê re dixwazin ku têketina rojnameyên çepgir û sosyalist a girtîgehan asteng bikin û wiha got: “Ji bo ku rojnameyê ku ji BÎK’ê îlan bigire, divê demekê weşan kiribe. Ji ber vê yekê rojnameya me nikare ji BÎK’ê îlan bigire. Hewl tê dayîn du danekirinan pêk bînin. Dixwazin ku dahata rojnameyên Evrensel û Bîrgunê ku ji îlanên BİK’ê tê, asteng bikin û her du rojnameyan di hêla aboriyê de bikin rewşeke zehmet. Bi vê yekê re dixwazin tîrajên her du rojnameyan jî kêm bikin. Bi du aliyan ve danekirinan li ser wan disepînin. Danekirina din jî ew e ku dixwazin gihandina rojnameyên ku agahiyên rast ji xwînerên xwe re ragihînin asteng bikin.”    POLAT: ANTÎ DEMOKRATÎK E   Fatîh Polat jî da zanîn ku gelek girtî bi awayekî antî demokratîk li girtîgehan tên girtin ev tişt anî ziman: “Bi vê sererastkirinê re hewl tê dayîn girtiyan bi danekirina duyemîn re rû bi rû bihêlin. Tê xwestin ku mafê agahî girtinê ji girtiyan bê girtin. Hikûmet bi vê sererastkirinê nîşan dide ku di pêkanînên xwe yên antî demokratîk de israr dike. Mafê girtina îlanan a ji BÎK’ê yê rojnameya Evrenselê nehatiye betalkirin tenê hatiye rawestandin. Bi vê yekê dihêlin ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî biryaran bigire. Bi sererastkirinê re tê astengkirin ku rojnameya me bigihîje xwînerên xwe. Ev pêkanîneke antî demokratîk e.”   AYDIN: BÎK BI QESRÊ VE TÊ GIRÊDAN    Îbrahîm Aydin jî destnîşan kir ku bi qanûnîkrina sererastkirinê re dê gelek mexdûriyet derkevin holê û wiha got: “Li Tirkiyeyê gelek rojname ji BÎK’ê îlan nagirin. Bi sererastkirinê re rojnameyên ku BÎK wan erê neke weke rojname nayên qebûlkirin. Ev xala ji antî demokratîkbûnê wêdetir ne tiştekî dine. Tu hikmekî vê tuneye. Lewre em rojnamegeriyê bi erêkirina wan nakin. Wê kesên di hundir de gelek mexdûr bibin û nikaribin xwe bigihînin agahiyên ku di rojnameyên muxalîf de dertên. BÎK xweserîbûna xwe winda dike û rast e rast bi dewletê ve ve tê girêdan û dibe saziyeke Qesrê.”    YÛRTTAŞ: WÊ GIRTÎ BÊN TECRÎDKIRIN    Ozge Yûrttaş jî bi lêv kir ku di xala BÎK’ê de bi dua liyan dizîna maf heye û ev tişt got: “Bi vê xalê çapemeniya muxalîf bi zehmetiyên aborî re rû bi rû tê hiştin. Dê bi hinceta vê pêkanîna kêfî mafê girtiyan a agahî girtinê bê astengkirin. Ev rewşeke bi pirsgirêk e. Armanca vê yekê ew e ku girtiyên siyasî nikaribin xwe bigihînin rojnameyên muxalîf û bên tecrîdkirin.”   MA / Nacî Kaya