Xebatkarên tenduristiyê: Me nizanibû em bi çi re rû bi rû bimînin 2020-04-12 11:08:32   AYDIN – her çiqas zelal nîn be jî tê payîn ku zedetirî hezar xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine. Xebatkarên tenduristiyê ku hê jî kêmasiyên wan ên amûrên parastina ji vîrûsê hene, têkildarî destpêka pêvajoya vîrûsê ev tişt gotin: “Em nizanibûn bi çi re rû bi rû bimînin û çi bikin.”   Di mijara vîrûsa koronayê ku her diçe li Cîhan û Tirkiyeyê belav dibe de koma herî bi rîsq xebatkarên tenduristiyê ne. Gelek xebatkarên tenduristiyê ji ber kêmasiyên amûrên parastina ji vîrûsê enfekte bûne û bi vîrûsê ketine. Li gorî agahiyên ku Odeya Bijîjkan a Stenbolê ji qadê wergirtiye, tenê li Stenbolê zêdetirî hezar bijîjk û xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne. Li seranserê Tirkiyeyê ev rêje nayê zanîn.    PIRSGIRÊK HENE   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civak û Tenduristiyê (SES) ya Aydinê Oznûr Ozagaç û Sekretera Şaxê Hale Dalkiran pirsgirêkên ku xebatkarên tenduristiyê pê re rû bi rû dimînin vegotin.  Oznûr Ozagaç, diyar kir ku destpêka pêvajoya vîrûsê nizanibûne ku bi çi re rû bi rû dimînin û çi dikin û wiha got: “Niha dezenfekte, berdevk, lepik dane lê hêjî pirsgirêka pêşmalkên parastinê û amûrên din ên parastinê heye. Li Aydinê serwîsa ku xebatkarên tenduristiyê bibe û bîne jî tuneye.”   QRÎZ NAYÊ BIRÊVEBIRIN   Hale Dalkiran jî destnîşan kir ku qrîza vîrûsa koronayê baş nayê birêvebirin û ev tişt anî ziman: “Xebatkarên tenduristiyê kêm in. Ji ber vê yekê divê xebatkarên ku bi KHK’an ji kar hatine avêtin careke din bên girtin û tayînkirina xebatkarên nû bê kirin. Divê berî ku nîşanên vîrûsê bi xebatkarên tenduristiyê re peyda bibin kontrolên wan bi awayekî rutin timik bên kirin. Em dixwazin ku şertên me bên başkirin.”