Ji OHD’ê daxuyaniya cenaze: Em ê li Tirkiye û qada naveneteweyî her cure serlêdanê bikin 2020-04-12 13:29:39   AMED – OHD’ê bertek nîşanî şandina cenazeyê Agît Îpek a bi kargoyê da û ev tişt got: “Ji bo ku bi awayekî hiqûqî hesab ji berpirsyaran bê pirsîn bikevine nav her hewldanê.”   Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî cenazeyê Agît Îpek ku di 27’ê gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dersimê jiyana xwe ji dest dabû û bi kargoyê ji malbata wî re hatibû şandin, daxuyaniyeke nivîskî da.    OHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî her cure serlêdanê bikin û ji bo ku bi awayekî hiqûqî ji berpirsyaran hesab bê pirsîn bikevin nav her hewldanî û ev tişt got: “Dîmenê dayikê yê cenazeye kurê wê di nav pakêteke kargoyê de nişana dijî mirovahiyê ye. Di civakê de mafê her miriyî heye ku li gorî bîranîn û baweriya xwe bê veşartin û merasîma cenaze jê re bê lidarxistin. Rêzgirtina ji mirî re di ser her qanûnî de ye û dewlet neçar e li gorî vê since tevbigere. Ev êşa ku bi dayikekî hatiye jiyandin tê wateya înkarkirina hebûna gelê kurd.”