Xebata Îttîfaqa Kurdistanê: Ji Zagona li dijî aştiya civakê re bêjin NA 2020-04-12 14:51:41   AMED - Xebata Îttîfaqa Kurdistanê, têkildarî Zagona Înfazê ya Ceza ku cudakariyê dixe nava girtiyan daxuyanî da û ji hemû beşên civakê yên xwedî wîcdan xwest ku li dijî vî halê zagonê dengê xwe bilind bikin û bêjin na.    Xebata Îttîfaqa Kurdistanê, der barê Zagona Înfazê ya ku niha li meclîsê tê niqaşkirin û 30 xalên ewil hatine erêkirin bang li parlamenterên ku niha li meclîsê zagona înfazê niqaş dikin, kesên ku di civakê de serdestiya wekhevî û edaletê diparêzin; kesên li dijî kûrkirina berberiya di nava civakê de, ne û hemû kesên ku li dijî gefa kurevî ya vîrûsa corona Covit-19 ku li girtîgehan girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle, bi Zagona Înfaza Ceza  jiyanê diparêzin kir ku li dijî vê zagonê bêjin na. Îtîfaqa Kurdistanê, bang li wîcdanê gelan, rewşenbir, dayik, siyasetmedar û ronakbiran kir û wiha got: Ji Zagona Înfazayê ya Ceza ku ji ber nerînên polîtîk, bawerî û bîrdozî cudakariyê dixe nava girtiyan re bêjin NA!."    Îtîfaqa Kurdistanê, anî ziman ku ji bo hemû hikumxar û girtiyan, ji bo Guhertina Zagona Înfazê cudakariyê nexe nava girtiyan; hemû derfet, rêbaz û amûrên xwe bikar bînin û têkoşîna xwe bilind bikin û wiha cih dan daxuyaniyê: "Em ji bîr nekin ku; Girtîgeh cih û warên ku civak li hemberî wê hasas e. Girtîgeh hem cihê kesên wîcdanê civakê, azadî, edalet, wekhevî û pêşeroja siyasî ya civakê temsîl dikin û cihê mexdurên siyasî ne; hem jî cihê faîlên ku wîcdanê civakê ji kûr ve birîn û xwîn dike û berpirsyarê bûyerên ku di nava civakê de dibin sedema înfalê ye.  Siyasetmedar, Hilbijêr, Akademisyenler, Parezer, Xwendekar, Nivîskar, Rojnameger, Zarok... Dîsa kesên ku li kolanan bi koranî kêran dixin destê xwe û mezin zarok kî dikevin ber wan kêr dikin, kesên civakê jahrînî dikin û bi tiryakê hişê civakê felç dikin, cihê tacîzkarên zarokan... Em li dijî vê Zagona Înfazê ku di navbera girtiyan de cudakariyê dike û di elehê girtiyên siyasî de guhertinan çêdike, ji bo ku bi vî halê xwe di meclîsê re derbas nebe, dengê xwe bilind bikin."    'GER ZAGON WISA DI MECLÎSÊ RE DERBAS BIBE DÊ DARBEYEK MEZIN LI AŞTIYA CIVAKÎ BIXE'    Xebata Îtîfaqa Kurdistanê, anî ziman ku ger ev zagon wekî xwe di meclîsê re derba bibe dê darbeyek mezin li aştiya civakê bixe û wiha lê zêde kir: "Em ji bîr nekin ku;  Mirov cuda bifikire û muxalif be, nabe sedema ku mirov sucdar be.Tu kes ji ber cuda difikirin û xebatên xwe yên siyasî nayên tawanbarkirin û neyên cezakirin.  Li gorî rormên hiqûqa gerdûnî, Hikûmet, xwedî heq û hiqûqe ku 'sûcê' li dijî dewletê pêk hatiye efû bike, lê ne xwedî erke ku sûcê li dijî kesan pêk hatiye efû bike. Lê îqtîdara heyî dijberî vê yekê gavan davêje."    BLOKA ÎQTÎDARA AKP-MHP'Ê DIXAWZE CUDAKARIYÊ BIKE   Xebata Îtîfaqa Kurdistanê herî dawî wiha got: "Bloka îqtîdara AKP-MHP'ê; bi vê zagona înfazê ku anî rojeva melîsê, dixwaze di navbra girtiyên siyasî û edlî de cudakariya bîrdozî, bawerî û polîtîk derxe û bi vî şiklî di meclîsê re derbas bike. Em li dijî vê guhertinê li kolan, meclîs, mal, li ser medya civakî, bi hemû hêza xwe presê pêk bînin. Ji ber ku ev Zagona Înfazê ya Ceza bi halê xwe yê heyî li dijî edalet, hiqûq wekhevî, sinc û normên mirovahiyê ye."