30 xebatkarên tenduristiyê li maşîna 14 kesan suyar kirin 2020-04-12 15:41:58 STENBOL - Hemşîre Dogan Guneş, diyar kir ku ji roja ewil a qedexeya derketina kolanan heta niha bi derfetên xwe diçin nexweşxaneye û wiha got: "Piştî me îtîraz kir, maşîna serwîsê ji mere şandin. Lê ji bo me 30 kesan serwîsa şûna 14 kesan şandin. Em 30 kes bi serwîsa şûna 14 kesan birin nexweşxaneyê.  Wezareta Karên Hundir 2 roj berê li 30 bajarên mezin û Zonguldakê bi giştî yi 31 bajaran ji bo 2 rojan qedexeya derketina kolanan îlan kir. Piştî qedexeyan tedbirên ku hatin girtin nakokî û binpêkirinên mafên mirovan zêdetir kirin. Xebatkarên tenduristiyê bi maşîneyên cemaweriyê serwîsî nexweşxaneyan dikin. Lê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hamdiye Etfal a li navçeya Sariyerê xebatkarên tenduristiyê bi derfetên xwe diçin û tên. Xebatkara Nexweşxaneyê û Hemşîreya Beşa zarokan Dogan Guneş Yildiz, diyar kir ku piştî qedexe hatin îlankirin bi derfetê xwe diçin nexweşxaneyê. Yildiz, anî ziman ku ji ber van şert û mercan gelek xebatkarên tenduristiyê naçin kar ew jî bi derfetên xwe diçin nexweşxaneyê.    30 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ LI MAŞÎNA 14 KESAN SUYAR TÊN    Yildiz, da zanîn ku li ser îtîraza wan maşîna serwîsê ji wan re şandine û wiha got: “Li ser îtîrazê Rêveberiya Nexweşxaneyê diyar kir ku dê maşîna serwîsê bişîne û nûmara ajokarê serwîse da me. Em serê sibê li nûmara ku dabûn me geriyan û 3 xebatkarên tenduristiyê çûn qada Mecidiyekoyê. Em li benda serwîsê bûn, me dît 2 xizmetkarên din ên tenduristiyê hatin. Em 5 kes li qadê li benda serwîsê bûn. Piştre me dît ku serwîsa cihê 14 kesan têde heye hat. Tevî ajokarê serwîsê em 22 xebatkarên tenduristiyê hebûn. Li gel di serwîsê de cih tune bû, 3 kesên din li ser rê li benda serwîsê bûn. Em bi giştî 30 kes li serwîsa cihê 14 kesan suyar bûn. Di rewşa asayî de piştî şewb belav bû li şûna 7 kes lê suyar bibin, em 30 kes li serwîse suyar bûn. Lê divê ji bo em bidin jiyandin, divê em bijîn."