Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê berpirsyar lêborînê bixwazin 2020-04-12 16:35:49   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê, bertek nîşanî şandina cenazeyê Agît Îpek a bi kargoyê da û ev tişt got: “Em daxwaz dikin ku berpirsyar bi lêpirsîna îdarî û edlî bên darizandin û ji civak û malbatê lêborîn bixwazin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî şandina cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î ya bi kargoyê daxuyaniyek da. Platformê, diyar kir ku di pêvajoya ku ji bo jiyandina mirovan têkoşîneke topyekûn tê dayîn de şandina cenazeyê kesekî ku jiyana xwe ji dest daye ya bi kargoyê nişana têkçûna sincî ye.    Di berdewama daxuyaniyê xwe de platformê ev tişt got: “Desthilatê, li polîtîkaya xwe ya cihêkirina civakê û zilmê polîtîkayeke din zêde kiriye. Li gorî usûla xwe li meclisê jî vê yekê parastiye. Şandina cenaze ya weke amûr bi kargoyê, bi awayekî zelal êrîşeke li dijî malbat, civak û nirxên mirovahiyê ye. Amûrkirina cenaze êrîşeke li dijî dilê dayikan e. Di heman demê de êrişeke li dijî aşitiya civakê û daxwaz bi pêkve jiyanê ya gelan e. Em parastin û pêkanînên bi vî rengî yên desthilatê şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku berpirsyar bi lêpirsîna îdarî û edlî bên darizandin û ji civak û malbatê lêborîn bixwazin.”