Li Îzmît, piştevanî ji avahiyan dest pê dike 2020-04-13 09:14:59     KOCAELÎ - Yek ji dildarên Tevna Piştevaniyê ya li Îzmîtê piştî şewba vîrûsa korona  hat avakirin Çetîn Ak, diyar kir ku wan kampanya “Em tev ji bo hev” dan dest pê kirin û got: “Em hedef dikin ku ji avahiyan heya taxan, ji taxan heya navçeyê tevnek mezin ava bikin.”    Li Tirkiyeyê, şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bi lez belav dibe. Ji bo ku pêşîlêgirina şewbê, ketin û derketinên 31 bajaran hatiye qedexekirin. Li heman bajaran 2 roj qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Berî jî derketina kolanan a welatiyên temenê wan di ser 65’an û temenê wan di bin 20’an re hat qedexe kirin. Dîsa di çarçoveya têkoşîna li dijî şewbê de, paketên belavkirin 5 rûpoşan û kolonya hatin derxistin     Di vê pêvajoyê de, welatiyên ku bergiriyên desthildariyê yên girtin kêm dîtin, dest bi avakirina tevnên piştevahiyê kirin. Tevna piştevaniyê ya ewil li Stenbolê hat avakirin li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû. Di vê çarçoveyê de li navçeya Îzmît a Kocaeliyê jî, navenda tevna piştevaniyê hat avakirin.    Yek ji dildarên Tevna Piştevaniyê ya Îzmîtê Çetîn Ak, tevna piştevaniyê ya avakirin û bergiriyên li dijî şewbê li bajêr hatin girtin nirxandin.    Ak, diyar kir ku navenda tevnên piştevaniyê weke hikumetê yan jî weke şaredariyên herêmî ne xwedî derfetin û wiha axivî: “Lê ev tevin, di warê derûniyê de mirovan bi tenê nahêlin. Hin mirov dikarin xwe bigihînin hemû tiştan. Lê dibe ku ew derfetê cîranên wan nebin ku xwe bigihînin hemû tiştan. Ji bo ku cîranên li peşberî me xwe bi tenê nebînin, erka me ya sereke piştevaniyê.”    AGAHIYÊN ZELAL   Ak, dest nîşan kir ku li ser medya civakî gelek agahiyên ne zelal hene û wiha bilêv kir: “Em hewl didin agahiyên zelal bibin welatiyan. Ji ber vê em medya civakî bi awayekê aktîf bikar tînin. Em derbarê mijarê de bi pisporan re weşanên zindî dikin. Weke ku tê zanîn bi xwe girtina malê re tundiya li dijî jinê pir zêde bû. Ji bo parastina jinan em bi hevalên xwe yên parêzer re weşanên zindî dikin. Dîsa ji bo rewşa karkeran em weşanên zindî dikin. Di van weşanên me de, mirov pirsên dixwazin ji parêzeran dikin. Di heman demê de me li taxan kampanya ‘Em tev ji bo hev” da dest pê kirin. Di çewherî vê kampanyayê de pirsa pêdiviyên cîranên xwe kirin heye. Bi vî awayî piştevanî wê di avahiyan de dest pê bike. Em hedef dikin ku ji avahiyan heya taxan, ji taxan heya navçeyê tevnek mezin ava bikin.”    MA / Tolga Guney