Li Cîhanê Covid-19: Li DYA zêdeyî 20 hezar li cîhanê 114 hezar mirov mirin 2020-04-13 10:46:05   NAVENDA NUÇEYAN - Şewba vîrusa corona (Covit-19), her roj zêde dibe û kêm nabe. Heta niha li tevahiya cihanê zêdeyî 114 hezar mirov bi şewbê mirin. Li DYA'yê jî kesên bi şewbê mirin 20 hezar derbas kir û li Tirkiyeyejî jî 1198 kes mirin.    Li tevahya cîhanê ji ber şewba vîrûsa corona (Covît-19) her ku diçe hêjmara miriyan zêde dibe. Heta niha li tevahiya cîhanê ji ber şewba kurevî zêdeyî 1 milyon û 853 hezar kes bi şewbê ketin. Herî kêm 114 hezar kes jî bi şewbê mirin. 416 hezar kesên bi şewbê ketin jî baş bûn. Di nava welatên cîhanê de herî zêde li DYA mirov bi şewbê mirin. Di nava welatê zêde ku mirov le mirin DYA û piştre Îtalya, Îspanya û Fransa li pey wê tên. Li Tirkiyeye jî hêjmara kesên bi şewbê ketin gihişt 56 hezar û 956 kesan. Hêjmara kesên bi şewbê mirin jî gihişt Hezar û 198'an. Hêjmara miriyên bi şewba Covît-19 li DYA'yê 20 hezar, li Îtalyayê 19 hezar û 899 derbas kir.