Darizandina îstîhbaratê jî dikin yasayî 2020-04-13 11:35:20     NAVENDA NÛÇEYAN – Tê xwestin yekîneyên îstîhbaratê girtiyan bidarizînin. Dixwazin vê sepana 12’ê Îlonê di vê guhertina yasaya înfazê de bikin yasayî.    Guhertina qanûna înfazê ya bi hevkariya AKP’ê û MHP’ê pêk tê li Meclîsê hevdîtinên wê didome. Tê xwestin bi vê guhertinê sepana ku MÎT dikaribe biçe girtiyan ji girtîgehê hilde û wan bidarizîne bixin meriyete. Ev sepana ku dê MÎT dikaribe girtiyan bidarizîne wek sepana 12’ê Îlonê tê nasîn. Mînakên vê sepanê dem bi dem di salên dawî de derketin holê. Dixwazin bi vê pakêta guhertinê re rayedariya MÎT’ê ya darizandina girtiyan bikin qanûnî. Li gorî nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê dê di vê pakêta guhertina qanûnan de li ser ferman ango biryara dozger û dadgeran dê dikaribin mehkûman ji girtîgehê bigirin û wan bidarizînin. Heke ev guhertin bibe qanûnî dê yekîneyên îstîhbaratê dikaribin girtî û hikumxaran ji girtîgehê bigirin û wan bibin bidarizînin.