Ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin bang 2020-04-13 11:42:45   STENBOL – Navenda Lêkolînên Dersimê, ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin daxuyanî da û xwest rayedar bi awayekê zelal lêpirsînê bi rêve bibin.   Navenda Lêkolînên Dersimê, derbarê aqûbeta Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin de daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Doku zaroka hemû Dersimiyane û wiha hat gotin: “Divê rayedar derbarê lêgerîna Doku û lêpirsîna bi rêve dibin de, agahiyên zelal û berfireh bi parve bikin.”   Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rayedarên lêpirsina Doku bi rêve dibin bi awayekê zelal lêpirsînê bi rêve bibin û ev tişt hat gotin: “Em weke Dersimiyan li gel malbata Doku ne. Em dixwazin ku di lêpirsînê de tiştek veşartî nemîne.”