Qeyûmê Mêrdînê du zem li ser hev kir 2020-04-13 12:33:14 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê du zem li ser hev kir û fatûreya avê birî. Qeyûm zeba berê ku li fatûreyan zêde kir û paşve kişand vê carê li ser hev zêde kir.  Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdîn hat kirin piştî tayînkirinê MARSU, heqê tona avê ku 2 TL bû, di Cotmeha 2019'an de kirbû 3.25 TL. Di meha çileya 2020'an de jî kiribû 4.75 TL. Lê li ser bertekê zêde zema avê paşve kişandibû û taloqî 31'ê Adara 2020'an kiribû. Piştî biryarê di 21'ê sibatê de di Civîna Giştî ya MARSU de tarîfeya "heqê kontrol û venêrtinê" ku berê ji sedi 2 bû, dîsa cuda cuda zem kir û ji xeynî KDV  ji sedî 4 zêde kir. Zema ku di sibatê de lê zêde kir, di Adarê de xist meriyetê. Fatûra meha Adarê bi 2 zemên li ser hev ji welatiyan re hat.    ÎQTÎDAR LI TENDURISTIYA GEL NAFIKIRE   Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir ku rêveberiya qeyûm li tenduristiya gel nafikire û bajar bi rêve dibe. Kuday, anî ziman ku wan berê jî diyar kiribû ku qeyûm vîna gel xezp dike gefan li tenduristiya gel dixwe. Qeyûm gefa li dijî tenduristiya gel e. Di vê pêvajoya ku mirov ji bo paqijiyê zêde pêdiviyê bi avê dibînin de avê zem dike. Ev ji xeynî qeyûm nayê aqilê tu kesî. Qeyûm bi vê yekê xwe baş aşkere dike."