Girtiyên hejmara li piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin 2020-04-13 12:38:11   WAN - Hat diyar kirin ku li Girtegeha Tîpa T a Wanê, 20 girtiyên hejmara li ser piyan qebûl nekirin, ji aliyê gardiyen û leşkeran ve hatin derpkirin.    Di van rojên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li Tirkiyeyê belav dibe de, her roja derbas dibe binpêkinên li dijî girtiyan zêde dibin.  Girtî Bariş Karaca yê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re, binpêkirinên mafan ên li dijî xwe vegotin. Birayê Karaca Ozgur Karaca, derbarê hevdina bi rayê xwe re kir de wiha axivî: “Hejmara li ser piyan ferzî girtiyan dikin. Ji ber ku 20 girtiyan ev pêkanîn qebûl nekirine rastî lêdanê hatine”    GIRTÎ DERP KIRIN    Karaca, diyar kir ku birayê wî ji 15’ê Cotmeha 2019’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiye û wiha got: “Birayê min di 10’ê Nîsanê de bi telefonê geriya. Birayê min ji min re got roja 5’ê Nîsanê gardiyan û leşker dikevin qawîşê û bi awayekê keyfî pêkanîna hejmara li ser piyan ferzî wan dikin. 20 hevalên wan ên li dijî vê derdikevin rastî îşkencê tên. Dûre birayê min û 3 hevalên wî davêjin hucreyên qirêj. Birayê min her rojên Sêşemê derdiket hevditina telefonê. Lê dema ne geriya, em li girtîgehê geriyan û me pirs kir. Ji me re gotin ew naxwaze derkeve hevdîtinê. Dûre dema birayê min li min geriya got rastî ne wisane. Piştî şewbê di qawîşan de guhertin kirin û qawîşa ew diçiyê televîzyon têde tuneye. Nameyên wan nadin wan û berî mehekê pirtûkên wan ji wan standine.”    BANGI LI RAYA GIŞTÎ KIR    Karaca, da zanîn ku di girtîgehan de pêkanînên dij mirovahiyê hene û ev bang li raya giştî kir: “Di girtîgehan de daxwazên girtiyan bi cih nayînin. Em van pêkanînên li ser girtiyan qebûl nakin. Di demeke şewb evqas belavbûyî de li şûna ku girtiyan berdin, îşkencê li wan dikn. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî van binpêkirên mafan bi hestiyar tevbigerin.”