Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Ne rêveberiya şewbê ye rêveberiya bertîlê ye 2020-04-13 13:37:44   STENBOL – Odeya Bijîşkan a Stenbolê diyar kir ku hikumet pêvajoya koronayê baş birêve nabe û got: “Navê vê yekê yekê ne rêveberiya şewbê ye, navê wê rêveberiya bertîlê ye.”    Odeya Bijîşkan a Êlihê têkildarî pêvajoya şewba vîrûsa koronayê ya li Tirkiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Odeyê diyar kir ku ji roja ewil a şewb hatiye tespîtkirin heta niha ev pêvajo baş nehatiye birêvebirin û ji bo AKP pêvajoyê wek “serpêhatiyek serkeftinê” binivîsîne bikar tîne. Di daxuyaniyê daneye koronayê yên ji 11’ê adarê heta 11’ê nîsanê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Baş e, bi rastî jî çi dibe. Bi rastî jî têkoşînek Tirkiyê ya li dijî pandemiy3e heye gelo? Ev pêvajo bi awayek şênber û zelal nehat birêvebirin. Ji ber vê yekê jî navê vê yekê yekê ne ‘rêveberiya şewbê’ ye, navê wê ‘rêveberiya bertîlê’ ye.”    Odeyê di dewama daxuyaniya xwe de qewimîndinên têkoşîna li dijî şewbê yên mehek dawî xal bi xal rêz kir.