Wezîrê Dadê Gul: 3 hikumxwaran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan 2020-04-13 13:48:48 ENQERE – Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ragihand ku testa 17 hikumxwaran pozîtîf derketiye û 3 ji wan jiyana xwe ji dest dane û tedawiya 13 kesan jî didome.      Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul piştî civîna koordînasyonê daxuyanî da. Gul got: “Li 5 girtîgehên vekirî 17 hikumxwar bi nexwşîna vîrûsa koronayê ketine. 3 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Dermankirina 13 girtiyan jî didome. Li girtîgehan bûyerên koronayê di asta ku dikare were kontrolkirin de ye. Kesek di beşa lezgîn de tê dermankirin. Di saziyên me yên adlî jî testên pozîtîf derketine.”