Ji bo Koçak ketin greva birçîbûnê 2020-04-13 15:20:54   ÎZMÎR – Xwişka Mûstafa Koçak ku bi daxwaza darizandina adîlane di rojiya mirinê de ye Mîne Koçak û Sînan Yanbal û Mahîr Kiliç, bi armanca piştgiriyê ji bo hefteyekê ketin greva birçîbûnê.   Mûstafa Koçak, li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kiriklarê çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya bi daxwaza darizandina adîlane didomîne. Xwişka Koçak ku 286 roj in di çalakiyê de ye Mîne Koçak, ragihand ku 50 metre dûrî girtîgeha ku Koçak lê girtî ye, bi armanca piştgiriyê ji bo hefteyekê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Bi Koçak re Sînan Yanbal û Mahîr Kiliç jî ketin greva birçîbûnê.