Bi îdîaya Rojnameger Kanbal heqaret li Soylu kiriye xistin ber lêpirsînê 2020-04-13 15:35:23 MÊRDÎN - Li Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya Ahmet Kanbal, bi idîaya "Heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye" lêpirsîn hat vekirin.    Li Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) yê Mêrdînê Ahmet Kanbal bi îdeaya "Heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye" lêpirsîn hat vekirin. Kanbal bi sedema li ser medya civakî "agahî parve kirine" bi sucdariya "Heqaret li rayedarê dewetê kiriye û “Organên dewletê biçûk xistiye" rastî lêpirsînê hat. Kanbal çû li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê îfade da.    Piştî Wezîr Soylu du îstifaya xwe da Kanbal li ser hesabê medya nivîsa “Di keştya noqî avê dibe de ewil mişk terk dikin.. Gotinek Gerdûnî ye. Dema mişk diçin jî keştî noqî avê dibe." ji Kanbal pirsîn. Ji Kanbal pirsîn ku ev gotin têkildari îstifaya Soylu ye ya na.