Li Xarpêtê testa girtiyek pozîtîf derket 2020-04-13 16:01:55      XARPÊT – Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Xarpêtê testa vîrûsa koronayê ya girtiyek pozîtîf derketiye.    Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê testa vîrûsa koronayê ya girtiyekî pozîtîf derketiye. Li gorî îdiayên xizmên girtiyek telefon ji wan re vekiriye û ragihandiye ku li hepsa wan girtiyek bi koronayê ketiye. Malbatan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê agahî nedaye wan û ew ji bo zarokên xwe bifikar in. Malbatan girtî yên li Dersimê dijîn ji Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê xwest daxuyanî bide û tevdîr werin zêdekirin. Malbatan bal kişand ser guhertina qanûna înfazê û xwestin girtiyên siyasî demildest werin berdan.