JDY: Îqtîdar bi zagonên corona otoriteriya xwe xurt dike 2020-04-13 16:10:06 ENQERE - Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî (JDY) diyar kir ku îqtîdarê bi hinceta vîrusa corona zagona înfazê xist rojeva meclisê û bi vê zagonê dixwaze muxaletefê bêdeng bike. JDY'ê xwest ku îqtîdar vê zagonê paşve bikişîne û her tiştî zelal pêş bixe. Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî (JDY), têkildarî pêvajoya vîrusa corona û zagona înfazê de daxuyanî da. JDY'ê anî ziman ku tedbîrên ji bo şewba vîrûsê baş nehatine girtin û ji bo îqtîtar otoriteriya xwe xurt bike ev zagon aniye rojeva meclîsê û wiha got: "Îqtîdar ji ber ku nikare qeyrana şewbê bi rêve bibe bi vê zagonê xwe li dijî bertekên civakê diparêze. Dixwazin girtîgehê bi kesên muxalif tijî bikin."    JDY'ê bal kişand ser armanca zagona înfazê û ev xal rêz kirin:    “* Armanca vê zagona înfazê, dixwaze kesên tev li talankirin, wêrankirin, xapandin, kuştin, birîndarkrin, diziyê bûye û sûc kirine ji efoyê sûd bigirin û wan serbest berdin. Li aliyê din dixwazin girtîgehan bi kesên muxalif tijî bikin."    * Dîsa di guhertinên der barê bikaranîna İnternetê de dixwazin muxalefeta civakî bêdeng bikin. Dixwazin bi vê yekê rê li pêş ragihandinê bigirin. Dixwazin bi temamî azadiya fikr û ramanê tune bikin. Dixwazin fikra kesên muxalif bi sînor bikin û destûr nede ev fikra muxalif belav bibe. Dixwazin nuçegîhaniya li ser înternetê têxin kontrola xwe.   * Sendîkayên karkeran hişyar dikin. Ji ber şewbê her roj li fabrîqeyan mirov dimirin. Dixwazin destûra bê pere bikin zagon û kesan bê heq ji kar derxin.    Em hişyar dikin divê vê zagonê paşve bikişînin û zagon aşkere û ji raya giştî re vekiri be. Dîsa divê li dijî tundiya li hundirê malê tedbîr bêne girtin. Divê xetên ku jin ji bo tundiyê serî lê didin bêtir çalak di meriyetê de bin.