Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara miriyan bû hezar û 296 2020-04-13 19:54:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn koca, daxuyand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de di 4 hezar û 93 kesî de vîrûs hatiye tespîtkirin û 98 kes jî mirine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê Covîd-19'yê de parve kirin. Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê di 4 hezar û 93 kesan de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û 98 kes jî mirine. Her wiha Koca, diyar kir ku heya niha li Tirkiyeyê di 61 hezar û 49 kesî de vîrûs hatiye tespîtkirin û hejmara kesên mirine jî bûye hezar û 296.