‘Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne' 2020-04-14 09:29:35 AMED - Nûnerên rêxistinên pîşeyî, diyar kirin ku heya niha 103 rojnamevan di girtîgehê de ne û gotin: "Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne."    Li Meclîsê hevdîtinên ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê didomin. Li gor vê qanûnê wê nêzî 90 hezar girtiyên edlî bên berdan û wê rojnamevan, akadeîsyen, xwendekar û girtiyên siyasî jî derî vê qanûnê bên hiştin. Hevserokê Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Nûnerê Sendîkaya Rojnamevan a Tirkiyeyê TGS) Mahmût Oral û Berdevka Platforma Rojnamevan a Jina ya Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, rewşa rojnamevanên girtî û qanûna înfazê ya hevdîtinên wê didomin nirxandin.    Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, bibîr xist ku her diçe bandora vîrûsa coronayê zêdetir dibe û got: "Hejmara weqayan zêde dibe, mirin zêde dibe. Vîrûsa coronayê gefê li civakê giî dixwe. Di vê pêvajoyê de qadên herî xetere girtîgeh in. Ji ber vê daxwaza civakê ew e ku girtîgeh bên valakirin. Lê belê ji ber ku di qanûna înfazê de ji bo azadiya fikr û ramanê tiştek tuneye, fikar zêdetir dibin." Altan, diyar kir ku 103 rojnamevan girtîne û got, bi vê pêşnûmayê re jiyana rojnamevanan nehatiye hesibandin. Altan, bal kişand ser nexweşînên rojanmevanên girtî jî û got: "Vîrûsa coronayê herî zêde bandorê li er kesên enxweşînên wan ên kronîk hene dike. Yanî hikûmeta AKP'ê bi neberdana hevalên me re bi awayekî aşkere wan ber bi mirinê ve dişîne. Heger vîrûs li girtîgehan bi hin kesan bikeve wê zû belav bibe û wê ev bibe sedema felaketeke mezin."    ‘BILA WAN BERDIN'    Altan, bibîrxist ku ev pêşnûma tenê ji bo diz û çeteyan e û bal kişand ser Îranê ku girtîgeh valakirin e. Altan, anî ziman ku bi vê qanûnê nebardan girtiyan tê wateya astengkirina agahiyan a ji bo raya giştî û got: "Lê çi dibe bira bibe wê rojnamevan tim û tim biaxivin, binivîsin û gel serwext bikin. Loma careke din gazî dikim; rojek berî rojekê rojnamevanên girtî berdin."    DIZAN BERDIDIN, ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHAN DE DIHÊLIN    Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmût Oral jî diyar kir ku îqtidareke ku ji fikrên azad û ronahiyêd itirse heye û got, tenê fikareke îqtidarê heye ew jî rastî aşkere nebin. Oral, li cîhanê di çaçroveya dijî vîrûsa coronayê de girtîgeh tên valakirin, lê belê Tirkiye bi vê pêşnûmayê dixwaze tenê diz û çeteyan berda û got, lê belê dixwaze rojnamevanan jî di girtîgehan de bihêle. Oral, got: "Li girtîeahn rojnamevanên ku nexweşînên wan ên kronîk hene ne. Wawîş heya ber dev tije ne. Îqtidar van mirovan ber bi mirinê ve dişîne."    'KEYSPERESTIYÊ DIKE'    Berdevka MKGP'ê Ayşe Guney jî bibîr xist ku di vê pêvajoyê yek ji qadên herî zêde tesîrê ji şewbê bigire girtîgeh in û got: "Çimkî nayên paqijkirin, tevdîr nayên girtin. Dewlet nikare tevdîrê bigire, lê li bendê ye li girtîgehan girtî tevdîrên xw ebigirin. Loma demildest bê şert û merc divê girtîgeh bên valakirin. Îqtidar ji dêvla ku vê bike, lê belê di vê pêşnûmayê de li pey keysperestiyê ye. Ya tê kirin berdewamiya polîtîkayên cihêkariyê ye. Ev polîtîka nayên qebûlkirin."    ROJNAMEVANAN BER BI MIRINÊ VE DIŞÎNIN    Guney, destnîşan kir ku rojnamevan ji ber ku karê xwe dikin girtî ne û got: "Diz, çete, tecawizkar wê bên berdan, lê wê rojnamevanên nûçeyên der barê van kesan de çêdikin di girtîgehan de bimînin. Her wiha ev rewş ji bo girtiyên nexweş rewşeke lezgîn e. Rojnamevanê nexweş Ziya Ataman, ji 10'ê Nîsana 2016'an ve girtiye. Nexweşînên wî yên kronîk hene. Her wiha rojnamevan Ahmet Altan 70 salî ye û di grûba rîskê de ye. Heger ev kes bi şewbê bikevin wê komkujiyek çêbibe. Demildest divê dev ji vê yekê bê berdan."    MA / Fethî Balaman