Zanîngeha Egeyê li dijî vîrûsê dest bi tedawiya plazmayê dike 2020-04-14 11:04:29   ÎZMÎR – Nexweşxaneya Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê, li dijî vîrûsa koronayê dest bi tedawiya îmmun plazma ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatibû pêşniyarkirin, dike.   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Nexweşxaneya Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê, li dijî vîrûsa koronayê dest bi tedawiya îmmun plazma ku bi xwîna kesên ku bi vîrûsê ketine û baş bûne tê kirin, dike. Rektorê Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Necdet Bûdak, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku Navenda Xwînê ya Zanîngeha wan ji bo îmmun plazmayê hatiye amadekirin û bang li kesên ku bi vîrûsê ketine û baş bûne kir ku xwîn bidin navenda wan a xwînê.   ÎMMÛM PLAZMA ÇÎ YE?   Îmmun plazma, weke seroma ku bi xwîna kesên bi vîrûsê ketine û baş bûne, tê çêkirin û didine nexweş, tê zanîn. Lê ji bo ku ev tedawî bê pêkanîn, divê kesê ku xwîna xwe dibexşîne 14 roj beriya bexşandina xwîna xwe nîşanên vîrûsê pê re nehatibin dîtin.