Penaber di rewşa xeternak de terkî mirinê tên kirin 2020-04-14 11:54:33 ÎZMÎR – Komeleya Pira Gelan diyar kir ku tevî vîrûsa koronayê ya kujer jî penaber terkî mirinê hatine kirin û carek din wan dibin bajarên li qeraxê behran. Komeleya Pira Gelan ji ber şewba vîrûsa koronayê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser rewşa penaberan. Komeleyê destnîşan kir ku Tirkiyê li dijî Ewropa penaberan wek amûr bikar aniye û penaber bi tenê hatine hiştin. Komeleyê da zanîn ku heta şewb nekitiye rojeva Tirkiyê ji bo penaberan tiştek nehatiye kirin û ji ber rewşa şewbê cidî bû penaber ji ser sînoran veguhezandin kampên li bajarên cuda ango Navendên Paşde Şandinê.   PENABERAN VEDIGUHEZÎNIN BAJARÊN QERAXÊ DERYAYAN   Komeleyê diyar kir ku di çend rojên dawî de ji penaber ji bajarên wek Osmaniye, Meletiyê bi otobusan dîsa veguhezandine bajarên li qeraxên deryayan û soza dê wan bibin Ewropa dane penaberan. Komeleyê da zanîn ku di serdemek ji bajarek çûyîna bajarek din zehmet bûye lê penaberan tînin bajarên wek Çanakkale û Îzmîrê û ew bi tena serê xwe dimînin û li bendê ne bi rêyên qaçax derbasî Ewropa bibin. Komeleyê got ew ji derdê penaberên li Îzmîrê li kolanan mane re li çareyê digerin. Komeleyê diyar kir ku di rewşek wiha xeternak û awarte de kolan û qad ji bo penaberan rîskek mezin e û penaberan terkî mirinê dikin.