CHP ji bo guhertina yasaya înfazê wê serî li AYM’ê bide 2020-04-14 15:30:20 ENQERE – CHP eşkere kir ku dê guhertina yasaya înfazê ya li Meclîsê hat pejirandin veguhezîne Dadgeha Destûra Bingehîn. CHP guhertina yasaya înfazê wek “efûya taybet” pênase dike û li dijî vê guhertinê derdikeve. Guhertin duh li Meclîsê hat pejirandin. CHP eşkere kir ku wê guhertina wek “efûya taybet” pênase dike veguhezîne Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç têkildarî mijarî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û got: “Em ê guhertina înfazê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn. Me dest bi amadekariyê vê yekê kiriye.”