Kesên piştgirî dan Koçak hatin binçavkirin 2020-04-14 15:31:03   ÎZÎMR - Kesên ji bo Mustafa Koçak ê bi armanca parastina mafê darizandina bi edalet 287 rojin di rojiya mirinê de ye, li ber girtîgehê çalakî li dar xistin, hatin binçavkirin.    Mustafa Koçak ê bi hinceta Serdozgerê Komarê Mehmet Selim Kiraz li Edliyeya Stenbole kuştiye, hat girtin û 2 caran rastî cezayê muebeta giran hat, bi daxwaza “Darizandina bi edalet" û “Darizandina îşkencekaran" 287 rojin di rojiya mirinê de ye. Koçak ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê girtî ye, piştî ket greva birçîbûnê di roja 93'an de çalakiya xwe zîvirand rojiya mirinê. Di roja 255’an a çalakiyê de Mustafa Koçak bi zorê rakirn nexweşxaneyê û mudaxaleya tibbî kirin. Koçak, 287 rojin çalakiya xwe ya rojiya mirinê berdewam dike. Malbat û hevalên Koçak jî di navde 9 kesên li ber girtîgehê piştgirî dan Koçak, hatin binçavkrin. Polîsan biryara Walîtiya Îzmirê ya 20'ê Adarê ya zagona çalakiyan nîşan da û 9 kes binçav kirin. Poîsan Hasan Koçak, Zeynep Koçak, Kader Încî, Erdinç Încî, Mahir Kiliç, Ayça Kiliç, Sercan Çakir, Volkan Algul, Huseyin Sezgin binçav kirin û birin nîzamiya hundirê girtîgehê. Hat diyar kirin ku dema polîsan mudaxale kir tiliya Volkan Akgul şikest û ew rakirin nexweşxaneyê. Rawestîna Koçak û Yanbal ên li nêzî girtîgehê di greva birçîbûnê de ne jî berdewam dike.    Xwişka Koçak Mine Koçak, bertek nişanî binçavkirinan da diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Kesê mecbûrîn tenduristiya gel biparezin, li dijî tenduristiya biraye min Mustafa Koçak ku her diçe xerab dibe sersar tev digerin. Em ji ber ji tenduristiya birayê xwe bi fikar in bi rojan in li vir in. Em dixwazin bi lez hevalên me yên li dijî hiqûqê hatin binçavkirin serbest berdin."