2 penaberên li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê hewl da întîhar bikin 2020-04-14 16:08:27 AYDIN – Hat angaştkirin ku li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê 2 penaberan hewl daye întihar bikin.   Hat angaştkirin ku li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê 2 penaberan hewl daye ku întihar bikin. Hat diyarkirin ku ji penaberan re hatiye ragihandin ku dê bi komî bên berdan û ji ber nehatine berdan 2 penaberên turkmenistanî helw dane întihar bikin. Hat gotin ku her du penaberên hewl dane întihar kirine rakirina nexweşxaneyên li bajar.   WÊ BI KOMÎ BÊN BERDAN!   Li gorî ragihandinên çavkaneiyeke ji navendê beriya çend rojan ji penaberan re hatiye gotin ku dê bi awayekî komî bên berdan û li gel vê yekê jî hin penaber nehatine berdan. Çavkanî, destnîşan kir ku ew jî nizane ji ber çi cihêkarî hatiye kirin Û hin penaber nehatine berdan û got ku ji ber vê yekê her du penaberên turkmenistanê helw dane întihar bikin.   ‘EM AGAHÎ NADIN’   Têkildarî mijarê em li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê geriyan û amîrê ewlehiyê yê bi navê Goksel, diyar kir ku wê têkildarî mijarê tu agahî parve neke û nikare li ser telefonê agahî bide û li ser serlêdanê bi awayekî nivîskî bersiv bê dayîn.