Girtiyên ku agahiya vîrûsê parve kirin ceza xwarin 2020-04-14 16:30:05   ÎZMÎR – Li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Şakranê, ji ber ku bi rêya malbatên xwe ragihandin ku li girtîgehê bergirî nayên girtin, rêveberiya girtîgehê cezayê dîsiplînê li girtiyan birî.   Ronî Yavûz ku li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Şakranê girtî ye, di hevdîtina xwe telefonê de ji bavê xwe Ramazan Yavûz re binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehê pêk tên ragihand. Yavûz, di hevdîtinê de ji bavê re ev tişt ragihandin: “Ji ber ku me ji we re ragihand ku li girtîgehê li dijî vîrûsê bergirî nayên girtin, rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku me ‘ji raya giştî re agahî parvekirin’ cezayê dîsiplînê da me. Rêveberiya girtîgehê dibeje ku piştî vîrûsa koronayê ceza bê pêkanîn. Gardiyan, timik li kogûşan bê berdevk û lepik lêgerîn pêk tînin. Be lepik bi me re têkilî datînin. Heftê carekê nîv îskan deterjanê didin. Dezenfekte jî baş nayê kirin.”   BERPIRSYAR WEZARET E   Bavê Yavûz Ramazan Yavûz jî diyar kir ku di vê pêvajoyê de girtî di nav rîsqeke mezin de ne û wiha got: “Heke vîrûs derbasî girtîgehan bibe dê Wezareta Edaletê ku bergiriyan nagire bibe berpirsyarê vê yekê. Bila hemû girtiyên siyasî bên berdan.”