ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-15 09:00:31 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya Şaristaniya Kapîtalist de balê dikişîne ser talûkeyên îndustriyalizmê ya liser tenduristî, derûnî û aqilê civakê û diyar dike ku talûkeya bingehîn a îndustrîyazmê civakê dike robot. Îndustriyalîzm dike ku bajar mîna kansêrê zêde bibin. Bajar bûne cinawirên dinya me ya zindî dadiqurtînin. Eger îndustriyalîzm neyê bi sînorkirin, ti civak nikare cîhana xwe ya hestan bi awayekî durist dewam bike."  * Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, bi rêya parêzer li 2'emîn Dadgeha Îdarîya Amedê doz vekirin û diyar kirin ku tayînkirina qeyûm a ji aliyê Walîtiyê ve li dijî usûl û zagonan e. Dadgehê ji walîtî û Wezaretê parastin xwest. Lê Wezaretê parast ku qeyûm li gorî zagonan hatiye kirin. Li ser vê yekê dadgehê doz red kir.    * Merve Aydogan a ku nexweşîna çolyakê lê peyda bûye û di Girtîgeha Jina ya Bunyanê de ye, diyar kir ku nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene lê belê dîsa sewqî nexweşxaneyên nehatine kirin û got: "Em terkî mirinê kirin."    * Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku Covîd-19 ji ber kapîtalîzm çêbûye û ev yek ji bo mirovan hemûyan hişyariyek e. Ustun, got: "Ji bo mirov karibin bijîn pergalên kapîtalîst divê bên sekinandin."    * Xizmên girtiyan bertek nîşanî qanûna înfazê dan, ji ber ku girtiyên siyasî daxilî nav wê nehatine kirin û gotin, di meseleya girtiyên siyasî de dewlet xwe li ker û lalîtiyê datîne.    * Bi germbûna dinyayê re koçer amadekariyên xwe dikin ku berê xwe bidin zozanan. Lê belê fikara wan ew e ku ji ber vîrûsa coronayê nizanin wê ji bo vegerê destûra wan bê dayîn an na.    *Welatiyên li Wanê ku li dijî vîrusa corona li malên xwe dimînin, li hewş û zeviyên xwe çandiniya baxçeyan dikin. Welatî hem xwe ji vîrûsê diparêzin, hem jî ji bo fêkî û sebzeyên organîk şitilan diçînin û difiroşin.    * Hevseroka Şaxa SES'ê ya Rihayê Eylem Salar, bal kişand ser kêmbûna tevdîrên li bajêr û got, wê di rojên pêş de li bajêr hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde bibe û wê nexweşxane têr nekin.    * Melîha Kayaci ku ji Girtîgeha Şakranê derket, anî ziman ku maskeyên belaş tên belavkirin bi 7 TL'yan didan wan û got, ji bo qawîşa karantînayê qawîşên din kirine yek û nexweşên pençeşêrê nedihatin tedawîkirin.