Wezaretê parast ku tayînkirina qeyûm li gorî zagonê ye 2020-04-15 09:16:41   AMED - Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, bi rêya parêzer li 2'emîn Dadgeha Îdarîya Amedê doz vekirin û diyar kirin ku tayînkirina qeyûm a ji aliyê Walîtiyê ve li dijî usûl û zagonan e. Dadgehê ji walîtî û Wezaretê parastin xwest. Lê Wezaretê parast ku qeyûm li gorî zagonan hatiye kirin. Li ser vê yekê dadgehê doz red kir.    16 endamên Meclîsa Şaredariyê ya Peyasê, piştî Hevşaredara Peyasê Keziban Yılmaz ji peyvirê hildan û hat girtin, li şûna wê qeyûm tayîn kirin, bi rêya parêzer Serdar Çelebî û Reyhan Yalçindag li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekirin. 16 endamê Meclîsa Şaredariya Peyasê bi rêya parêzeran diyar kirin ku zagon hatiye Îhlalkirin û li şûna qeyûm diviya bû endameke-î meclîsê bihata tayînkirin. Endamên meclisê anîn ziman ku tayînkirina qeyû li dijî zagon û usulê ye. Endamên Meclîsê da zanîn ku qeymeqam ji aliyê Waliyê Amedê ve wekî qeyûm hatiye dayinkirin li dijî xala Destûra Bingehîn a bijartin û hilbijartinê ye. Endamên meclîsê bi rêya parêzeran doz vekir û xwest ev yek bê rawestandin û betalkirin.    'LI GORÎ MEVZÛTAÊ YE'    Piştî endamên Meclîsê doz vekirin, Walîtiya Amedê parastin ji dadgehê re şand û diyar kir ku doz di wexta xwe de nehatiye vekirin. Waliye dîsa parast ku ji ber der barê Şaredar de lêpirsîn hat vekirin ji kar hatiye dûrxistin û qeyûm tayîn kiriye. Waliyê parast ku tayînkirina qeyûm li gorî zagon û mevzûatê ye. Walî xwest doz bê redkirin.    LÊPIRSÎNA LI HEVŞAREDAR HAT VEKIRIN BES DÎT   Wezareta Karên Hundir jî parastin ji dadgehê re şand û diyar kir ku rayeya ku dozdar dozê vekin tune û lêpirsina li Şaredar hatiye vekirin têra durxistina şaredar ji kar dike. Wezaretê parast ku tayinkirina Qeymeqayê Peyasê ya ku ji aliyê Walî ve tayînî şûna şaredar hatiye kirin li gorî qanûnê ye. Wezaretê xwest ku doza hatiye vekirin divê bê redkirin. Waliyê  parast ku ji bo kesek ji peyvirê bê dûrxistn lêpirsina hatiye kirin têr dike. Pişti wezaretê harasti kir 3 roj şûnde heyeta dadgehê doza ku endamên meclisê vekiribû red kir.