Maskeyên li derve belaş didin, li girtîgehan bi pera difiroşin 2020-04-15 09:18:17   ÎZMÎR - Melîha Kayaci ku ji Girtîgeha Şakranê derket, anî ziman ku maskeyên belaş tên belavkirin bi 7 TL'yan didan wan û got, ji bo qawîşa karantînayê qawîşên din kirine yek û nexweşên pençeşêrê nedihatin tedawîkirin.    Melîha Kayaci ku di 8'ê Sibata 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û di 12'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Jina ya Şakranê derket, behsa şert û emrcên girtîgehê kirin. Kayaci, destnîşan kir ku li dijî şewba coronayê tevdîr nedihatin girtin û îdareya girtîgehê heftê carekê qawîş dezenfekte dikirin. Kayaci, anî ziman ku li girtîgehê tecrîd hebû û got: "Nameyên me nedidan me. Pirtûkên me yên li pirtûkxaneyê û depoyan bi hinceta personel xwe îzol dikin û hejmara wan kêm e nedidan."    Kayaci, destnîşan kir ku fêkî û berên din bi awayî sînorkirî dikaribûn bikirin û got, fiyetên li qantînê pir biha bûn, lê belê ji mecbûrî dikirîn. Kayaci, anî ziman ku hema bêje her hefte fiyetên kantînê diihatin bihakirin û got: "Kîloya lîmonê bi 10 TL'yan, 250 xiram sîr bi 25 TL'yan dhatin firotin. Sirf ji bo girtî nikaribin tiştekî bikirin ev yek dikirin. Her wiha ava germ jî saet di navbera 6 û nîvê êvarî û 11'ê şevê de dihat. Lê belê ji ber ku di heman saetê de av didan hemû girtîgehê av kêm diherikî."    Kayaci, diyar kir ku bijîşkê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê heman bijîşk bû û got: "Dihat gotin bijîşk bi şewbê ketiye. Heman bijîşk du zarokên biçûk ên li qawîşa me jî muayene kiribû. Bi tu awayî testa me nekirin. Hefteya borî di gelek hevalên me de bêhalî, dilxelandin, êş, êşa qirikê peyda bûbûn. Loma divê demildest test bên kirin. Ji lewra gelek girtiyên ku bi salan e girtîne, nexweşînên wan ên kronîk hene."    Her wiha Kayaci destnîşan kir ku xwarina dihat belavkirin jî nebaş bûye û got, xwarinên ku li dijî vîrûsê karibin muqawemeta mirovn xurt bikin nedidan. Kayaci, da zanîn ku kesên xwarin belav dikirin jî pirî caran lepik û maske bi kar nedianîn û got: "Di nav xwarinê de pir salçe û rûn hebû."    NEXWEŞÊN PENÇEŞÊRÊ NAYÊN TEDAWÎKIRIN    Kayaci, diyar kir ku li qawîşa siyasiyan a Girtîgeha Jina ya Şakranê 3 zarok hebûn û got, ew zarok wê di wan şertan de zû bi şewba coronayê bikevin. Kayaci, da zanîn ku Fatma Ozbay a nexweşîna pençeêrê lê peyda bûye û nexweşîna wê giran bûye nedihat tedawîkirin û got: "Wê nabin nexweşxaneyê. Pençeşêra pêsîran lê peyda bûye. Pêsîrek wê jêkirin. Di pêsîra wê ya din jî gumlatek heye. Nehatiye tespîtkirin ku ka ew gumlata di pêsîra wê ya din de pençeşêr e yan na. Heger hucreya pençeşêrê me nexwe terkî miriê hatiye kirin. Belkî bi mudaxileyeke lezgîn bê helkirin, lê nakin."    Kayaci, bibîr xist ku li girtîgehê 4 qawîşên girtiyên siyasî hene û got, îdareya girtîgehê gotiye wê qawîşekê bikin "odeya karantînayê" û vala kirine. Kayaci, da zanîn ku li qawîşan 18 kes diman û got: "Qawîşa 4'an ji bo girtiyên ku wê ji derve bên û 14 rojan tê d ebimînin hatiye veqetandin."   Kayaci, anî ziman ku li qawîşa 18 kes lê diman heftê tenê ji bo paqijiyê 250 xiram ava biderman didan wan û got, li dijî vîrûsa wan xwe bi xwe tevdîrên xwe digirtin. Kayaci, diyar kir ku Wezareta Dadê gotiye tevdîran digirin, lê belê tiştekî wiha tuneye û got, bi qanûna înfazê re jî girtiyên siyasî be rbi mirinê ve hatine şandin.    MASKEYAN BI PEREYAN DIFIROŞIN    Kayaci, diyar kir ku maskeyên belaş tên velavkirin li girtîgehan bi 7 TL'yan tên firotin û got: "Me ji îdareya girtîgehê re got, belaş tên belavkirin. Me daxwazname ji Wezareta Dadê û Midûriyetên PTT'ê re şandin, lê tiştek jê derneket. Gava ez hatim berdan tenê maskeyek û lepikek dan min. Her wiha gava derketim li germa laşê min jî mêze kirin û kaxezek bi min dan îmzekirin ku tu nîşaneyên coronayê bi min re tunene. Min îtiraz kir, lê belê gotin derfetên me yê ku em testan bikin tuneye."    MA / Rûken Demîr