Berdana girtiyên edlî dest pê kir 2020-04-15 09:25:36   NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku sererastkirina înfazê ya girtiyên siyasî li derveyî wê hatin hiştin û bi dengê AKP-MHP’ê li meclisê hat qebûlkirin, berdan girtiyên edlî dest pê kir.   Sererastkirina înfazê ku bi hevpariya AKP-MHP’ê pêşkêşî meclisê hatibûn kirin, roja yekeşemê bi dengê parlamenterên AKP-MHP’ê li meclisê hat qebûlkirin. Sererastkirina Înfazê ku siyasetmedar, rojnameger, şaredar, parêzer, nûner, endam û aktîvîstên rêxistinên sivîl jî di nav de girtiyên siyasê tevlî nehatin kirin, piştî ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, berdana girtiyên edlî ji girtîgehan dest pê kir.   DESTPÊKÊ KESÊN TEMEN MEZIN HATIN BERDAN   Destpêkê girtiyên temenê wan di seriya 65’a de hatin berdan. Ji bo berdana girtiyên bên tehliyekirin û girtiyên ku ji ji girtîgehên vekirî bi destûr bên berdan, ji aliyê Wezareta Edaletê planken hat amadekirin. Li gorî vê planê; di tehliyekirinan de tevdîrên vîrûsa koronayê li ber çavan bên girtin, navbera civakî bê parastin û li ber derê girtîgehan belavokên Wezareta Tenduristiyê û berdevk û lepik li girtiyan bên belavkirin.   BERDEVK DAN BER DEVÊ XWE   Ji bo ku dema rewîtiya wan a di navbera bajaran de pirsgirêk dernekeve dê beriya berdanê destûrnameya rêwitiyê ji girtiyan re bê derxistin. Girtî wê li gorî tevdîrên vîrûsa koronayê li optobusan bên siwarkirin. Di çarçoveya van bergiriyan de li Stenbol û Enqerê ji gelek girtîgehan girtî di bin parastina polisan de bi otobusan hatin berdan. Hat dîtin ku girtiyên hatin berdan li gorî bergiriyên vîrûsa koronayê li otobusan siwar bûn berdevk dan ber devê xwe.