‘Peyamek ji Ocalan wê dîwarên zilmê hilweşîne’ 2020-04-15 10:09:21   STENBOL – Siyasetmedaran diyar kir ku dij derketina tecrîdkirina Ocalan dij derketina hemû bêhiqûqiya li Tirkiyê ye û gotin: “Peyamek ji Ocalan bo civakê were wê vî dîwarê zilmê hilweşîne.”   Agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Gelê kurd, dostên gelê kurd û malbatên wan ji ber vîrûsa koronayê ji rewşa wan xetere ne. Beriya şewba korona were Tirkiyê herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 2’yê adarê de pê re hevdîtin pêk anî bû.   Her ku parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê dikin jî daxwaza wan nayê pejirandin. Parêzerên Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an e li gel wî hevdîtin pêk anîbûn.   Siyasetmedarên nûnerên partiyên siyasî ne tecrîtkirina Ocalan nirxandin.   PÎROGLÛ: PEYAMEK WÊ DÎWARÊN ZILMÊ HILWEŞÎNE   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû: Tecrîtkirina Ocalan tê wateya ku welat tê tecrîtkirin û neheqî û zilmek mezin li ser xelkê heye. Girankirina tecrîdê û astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatê ya li gel birêz Ocalan xetereyan zêde dike. Dij derketina tecrîtê dij derketina hemû neheqiyên li welat e. Wê ev têkoşîn rê li pêşiya têkoşîna li dijî şewbê ya zelal were vekirin. Çimkî ev îqtîdar bi zilma li ser xelkê çêkiriye hebûna xwe birêve dibe. Heke peyamek ji Ocalan bo civakê were wê vî dîwarê zilmê bê hilweşandin.   GURKAN: TECRÎT SIYASETÊ GIRAN DIKE   Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan: Rîskek cidî ya vê şewba giran heye. Di van rojên dijwar de agahî ji Ocalan newergirtin rê li ber alozî û bêhiqûqiya welat vedike. Her wiha cezakirina dîsîplînê ya Ocalan nerçareserkirina pirsgirêka kurd girantir dike. Ev jî barê siyasetê giran dike û siyasetek talûke bi xwe re tîne. Divê neyê jibîrkirin ku tiştek neyînî muhtemeli ji Îmraliyê were bihîstin wê rê li ber krîz û aloziyên girantir veke. Divê îqtîdar van hemûyan baş bifikire.   ÛGÛRLÛ BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR   Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Divê hêzên demokrasiyê li dijî polîtîkaya tecrîdkirina giran a îqtîdarê derkevin. Ev tecrîd ji Îmraliyê dest pê dike û li hemû girtîgehan belav bûye. Ev tecrîd zilmek mezin li ser xelkê jî dike. Divê hêzên demokrasiyê vê yekê baş bixwînin û li dijî vê muxalefetê bikin.   TOMUKLU: EM NEÇARIN TÊKOŞÎNA BI BANDOR BIKIN   Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tomuklu: Çi dibe bila bibe li gorî yasayên Tirkiyê divê malbat bi girtî û hikumxwaran re hevdîtin pêk bînin. Lê bele birêz Ocalan ji vî mafî sûd wernagire. Tecrîtkirina birêz Ocalan, bi her awayî li pêşiya fikr û ramanên azad astengî ye. Li dijî tecrîtê divê lingê kolanan were birêxistinkirin. Berteka li ser medya civakî û şaneşînan tê dayîn têrê nake. Em neçarin hin bêtir rêbazên têkoşînek bi bandor bixin meriyete. Wek ku birêz Ocalan got em wek eniya sêyemîn ji vê yekê muxatab in.   MA / Erdogan Alayûmat