Kesên piştgirî dan Koçak hatin berdan 2020-04-15 10:40:28   ÎZMÎR - 9 Kesên duh piştgirî dan Mustafa Koçak û hatin binçavkirin serbest hatin berdan.      Mustafa Koçak ê bi hinceta Serdozgerê Komarê Mehmet Selim Kiraz li Edliyeya Stenbole kuştiye, hat girtin û 2 caran rastî cezayê muebeta giran hat, bi daxwaza “Darizandina bi edalet" û “Darizandina îşkencekaran" 288 rojin di rojiya mirinê de ye. Koçak ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê girtî ye, piştî ket greva birçîbûnê di roja 93'an de çalakiya xwe zîvirand rojiya mirinê. Malbat û hevalên Koçak jî di navde 9 kesên li ber girtîgehê piştgirî dan Koçak, hatin binçavkrin. Polîsan biryara Walîtiya Îzmirê ya 20'ê Adarê ya zagona çalakiyan nîşan da û 9 kes binçav kirin. Hasan Koçak, Zeynep Koçak, Kader Încî, Erdinç Încî, Mahir Kiliç, Ayça Kiliç, Sercan Çakir, Volkan Algul, Huseyin Sezgin ên ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, piştî îfade dan şevê din serbest hatin berdan.