Girtiyê nexweş Kaya 5 rojin di qomayê de ye 2020-04-15 12:19:54   OSMANIYE - Girtiyê nexweş Sabri Kaya, 5 rojin di qomayê de ye û nayê berdan.    Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî, 5 rojin li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê di beşa qomayê de tê razandin. Kaya, di 2'ê Nîsanê de rakirin revîra Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê. Piştî demekê li nexweşxaneyê ma dîsa şandin girtigehê. Kaya, heta niha 3 caran birin girtîgehê û nexweşxaeyê û niha 5 rojin di beşa venêrtina zêde ya qomayê de hatiye razandin. Dermankirina Kaya didome.