KCD: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin 2020-04-15 17:30:57   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîş û ambargaya ku li ser Mexmûrê didome daxuyanî da û xwest êrîş û ambargo bi dawî bibin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê û ambargoya ku didome daxuyanî da. KCD'ê,  bang li muxalefeta Tirkiye, raya giştî ya demokratîk û civaka Navnetewî kir û xwest ji bo îşkenceya ambargoyê û êrîşên hewayî yên li dijî Mexmûrê bên rawestandin hestiyarî tevbigerin.   Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "Di van rojên ku tevahî cîhan li hemberî vîrusa Covîd-19 têkoşînê dide, em ji çapemeniyê hînbûn ku hikûmeta AKP'ê ya nekarî bi awayekî madî û manevî alîkariya hemwelatiyên xwe bike qampa penaberan a Mexmûrê bombebaran kiriye. Di êrîşên ku bi SÎHA'yan hatî kirin de sivîl hedef hatine girtin, di êrîşê de 2 kes li cihên bûyerê tevahî 3 jinên ku bêrîvaniyê dikin jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl ji brîndar bûn. Em êrîşa Tirkiye ya bêhiqûqî ku li dijî qampa Mexmûrê ku 12 hezar sivîl dijîn û li nav xaka Iraqê ye pêk aniye qebûl nakin. Divê hemû mirovên ku rêzdariya wan ji mafê mirovan û mafê jiyanê hebe vê êrîşê qebûl neke. Divê teqez êrîş bên rawestandin. Hêrs û nefreta Hikûmeta AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd dê dawiya AKP'ê jî bîne. Bombebarankirina welatiyên ji ber pêkûtiyên dewleta Tirk koçî welatekî din kirine û neçar hatine hiştin ku li qampê bimînin sûcê mirovahiyê ye. Li tu deverên cîhanê mînaka vê yekî nîne. Bi vê êrîşa ku li pêş çavê hemû raya giştî ya cîhanê pêk hatiye, Hikûmeta AKP'ê baş dizane ku de bi van êrîşan nekarîbe bigihêje cihekî. Em êrîşa li hemberî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û banga hestiyariyê li tevahî gelê xwe dikin. Em bang li muxalefeta Tirkiye, raya giştî ya demokratîk û civaka Navnetewî dikin ku îşkenceya ambargoyê û êrîşên hewayî yên li dijî Mexmûrê bên rawestandin hestiyarî tevbigerin."