ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-16 09:00:51 * Hunermend Erkan Benlî ku di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê hat girtin û cezayê mubeta giran û 20 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, nameyek şand.  * Rojnamevanan diyar kir ku îqtidarê bi qanûna înfazê ya nû re careke din dijminatiya xwe ya li dijî civakê nîşan daye û got, valakirina girtîgehan tê wateya cihçêkirinê ji bo muxalif û rojnamevanan.    * Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê, hişyar kir ku ji ber ku mirov ji ber şewba coronayê bi rojan de di mal de ne şideta li ser jinê jî zêde bûye û got, divê di warê civakî û hiqûqî de piştgiriya mirovan bê kirin.    * Meryem Tûncel, dayika Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel, got: "Zarokên min di nav çar dîwaran de bêçare hatine hiştin, ber bi mirinê ve tên şandin."    * Endama Koma Yorûmê Seher Adiguzel, anî ziman ku rewşa hevalê wan Îbrahîm Gokçekê 304 roj in di rojiya mirinê de ye xirab dibe û got, ji bo bijî li ber xwe dide.    * Hevşaredar Rojîn Belek, diyar kir ku ambargoya li ser wargehê 9 meh in didome û ev tişt got: “Derman qediyane. Heke ambargo neyê rakirin dibe ku rewşeke ku ‘hessabê wê nikaribe bê dayîn’ derkeve holê.”   * Parêzer Şîar Rişvanoglu, ji bo nexweşa Çolyakê Merve Aydogan ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê girtî ye serbest bê berdan serî li Dadgeha Înfazê ya Qeyseriyê da.    * Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê rewşa wî giran e bi mirinê rû bi rû maye. Keça wî DÎlan Kaya diyar kir ku bersiv nedane daxwaza wan înfaza wî taloq bikin û got: “Piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo?”    * Rêvebera Şaxa OHD’ê ya Amedê Parêzer Ozum Vurgun têkildarî qanûna înfazê ya ku AKP’ê û MHP’ê di meclîsê de derbas kir diyar kir ku derbaskirina qanûnê ya bi vî şiklî îhlalkirina mafê jiyanê ye û got: “Tu eleqeya qanûna înfazê bi hiqûq û Destûra bingehîn tune. Ev yek binpêkirina xala wekheviyê ya Destûra Bingehîn e."    * Hasan Koçak ku kurê wî Mûstafa Koçak ji bo darizandineke adil 289 roj in di rojiya mirinê de ye, got: "Di telefona dawî de got, êdî nikare bimeşe."    * Parêzer Mehmet Baran Selanîk, qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî li derveyî wê hatin hiştin nirxand û got: "Sirf ji ber ku muxalif in mirov be rbi mirinê ve tên şandin. Ev dijî hiqûqê ye û di warê wijdan de jî cihêkariyeke bipirsgirêk e."