Dibe ku li Mexmûrê rewşeke ku ‘hessabê wê nikaribe bê dayîn’ derkeve holê 2020-04-16 09:15:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredar Rojîn Belek, diyar kir ku ambargoya li ser wargehê 9 meh in didome û ev tişt got: “Derman qediyane. Heke ambargo neyê rakirin dibe ku rewşeke ku ‘hessabê wê nikaribe bê dayîn’ derkeve holê.” Di 17’ê Tîrmehê de li bajarê Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li dijî peywirdarên Sefaretxaneya Tirkiyeyê êrîşeke çekdarî pêk hatibû û 3 peywirdaran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê êrîşê ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve li dijî Wargeha Mexmûrê ambargo hat destpêkirin. Ambargo 9 meh in didome û ji bo rakirina wê 48 pastiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang kiribûn. Ji ber ambargoyê amûrên jiyanî û derman kêm bûne û jiyana kesên li wargehê ber bi nebaşiyê ve diçe. Rayedarên wargeha ku ji ber vîrûsa koronayê di bin gefeke mezin de ye, ji bo rakirina ambargoyê bangên xwe nû kirin.   PÊWISTÎ NAYÊN DABÎNKIRIN   Hevşaredara Wargehê Rojîn Belek, diyar kir ku ambargo li ser daxwaza Tirkiyeyê pêk tê û 9 mehan li pey xwe hiştiye û wiha got: “Tenduristî û aborî bi awayekî neyînî ji ambargoyê bi bandor dibin. Ji ber ambargoyê jiyana mirovan zehmet dibe. Mirovên me nikarin pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Bi belavbûna vîrûsê em pirsgirêkên mezintir bijîn. Derfetên me kêm in û têra têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê nakin.”   DERFET NEMAN E   Di berdewamê de Benek, destnîşan kir ku herêma ku wargeh lê ye ketiye bin bandora vîrûsa koronayê û ev tişt anî ziman: “Hê jî li wargehên weqayên vîrûsê nehatine dîtin. Sedema vê yekê jiyana li wargehê ye. Em li paqijiyê baldar in. Weke şaredarî li gel derfetên xwe yên kêm jî me hemû cihên komî dezenfekte kir. Lê derfetên me yên li wargehê neman. Li nexweşxaneya me derman nemane û ji ber vê yekê derfetên me yên mudaxaleya pirsgirêkên tenduristiyê jî nemaye. Em nikarin derman bidin kesên ku nexweşiyên wan ên sivik jî hene.”   ‘WÊ NIKRIBIN HESAB BIDIN’   Benek xwest ku demildest ambargo bê rakirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heke ambargor ranebe dibe ku rewşeke ku ‘hessabê wê nikaribe bê dayîn’ derkeve holê. Wê nikaribin hesabê jiyana kesên li wargehê dijîn bikin talûkeyê bidin. Divê êdî dewleta Iraqê jî li dijî vê neheqî û zilmê dengê xwe derxe. Di qanûnên wan de tê gotin ku bi tu awayî neheqî û zilm nikare li penaberan bê kirin. Em bang li wan dikin ku ji bo rakirina ambargoyê gav bavêjin.”