Serokê Duyemîn ê TTB’ê: Derxistina yasayê tenê têr nake 2020-04-16 09:37:03 ENQERE – Serokê Duyemîn ê TTB’ê Alî Çerkezoglû yasaya tundiya di tenduristiyê de pirsgirêkan çareser nake û got: “Yasaya înfazê ya du roj berê bi neheqî û bêhiqûqî derket di heman demê de êrişkar jî sûd digirin.” Serokê Duyemîn ê Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Alî Çerkezoglû guhertina yasaya tundiya li qada tenduristiyê ya li Meclîsê hat pejirandin nirxand. Kesên êrişî xebatkarên tenduristiyê bikin wan werin zêdekirin û wê taloq nebe.   Çerkezoglû diyar kir ku tundiya di qada tenduristiyê de bûye pirsgirêka civakî û got: “Qada tenduristiyê kirine cihê baziraganiyê. Nexweş û xizmên nexweş jî kirine kiryar. Fikra ‘kiryar her tim mafdar e’ xistine bîra însanan. Welatiyên me jî her tim her kêlî dixwazin tiştên li gorî wan çê bibe. Dema çê nebe jî êrîşî bijîşk û xebatkarên tenduristiyê dikin. Lê newêrin dengê xwe ji rayedarên xwecihî û navendî re bikin. Êrişa li dijî xebatkarên tenduristiyê heqaretek mezin a li dijî civakê ye. Hema bêje her sal gelek xebatkar tên kuştin û tundiyek dijwar li wan tê kirin.”   ‘YASA TENÊ TÊR NAKE’   Çerkezoglû anî ziman ku AKP’ê berê parastiye ku di qada tenduristiyê de tundî nîne û wiha got: “Pişt re gotin ‘tundî heye lê ne bi qasî tê gotinê ye.’ Pişt re jî tundiyê pejirandin lê ji bo çareseriyê tu gav neavêtin. Jixwe TTB di sala 2014an de teklîfa xwe yasayê pêşkêşî Meclîsê kiribû û li wir disekinî. Lê bele em wek TTB her tim dibêjin cezakirina zêde ya êrişkaran ne çareserî ye. Wê helwest û nêzîkatiya rêveberên li qada tenduristiyê, îqtîdar, serokkomar, serokan, serhekîman û medyayê her tiştî diyar bike. Derxistina yasayê û pejirandina vê yasayê tenê têr nake. Çûn û hatin di pêvajoyek wiha de yasayê pejirandin. Yasaya tundiya di tenduristiyê de pirsgirêkan çareser nake. Yasaya înfazê ya du roj berê bi neheqî û bêhiqûqî derket di heman demê de êrişkar jî sûd digirin.”   MA / Zemo Aggoz