Dayika Zeydan dizanîbû ku kurê wê li derveyî welat dijî 2020-04-16 09:37:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Parlamenterê HDP’ê yê berê yê girtî Abdullah Zeydan Kayser Zeydan a duh jiyana xwe ji dest da, wisan dizanîbû ku kurê wê li derveyî welat dijî. Dayika Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye Kayser Zeydan a 80 salî, duh jiyana xwe ji dest da. Dayika Zeydan a nexweşiyên wê yên kronîk hebûn, demek dirêjbû li Enqerê dihat derman kirin. Malbatê cenazeyê dayika Zeydan a ku çû ser dilovaniya xwe, ji ber şewba vîrûsa koronayê nekarîn bibin navçeya Gever a Colemêrgê, li goristaneke Mamak a Enqerê defin kirin.   KURÊ XWE NE DÎT   Dayik Zeydan, wisan dizanbû ku kurê wê Abdullah Zeydan ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtiye, li derveyî welat dimîne. Dayik Zeydan a ku agahiya wê ji girtina kurê wê tune bû, tenê di hevdîtina telefonê ya heftane de bi kurê xwe re diaxivî. Dayik Zeydan kurê xwe ne dît û jiyana xwe ji dest da.