Endamê MK’a TTB’ê Bostan: Hejmara testan û tevdîr kêm in 2020-04-16 10:33:25   WAN - Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê û Koma Şopandina Covîd-19’ê Dr. Ayfer Bostan, diyar kir ku ji bo bersivandina şewbê pêwistî ne tenê bi rêxistinbûna nexweş-nexweşxane di heman demê de pêwistî bi rêxistibûna xizmeta tenduristiyê ya asta yekemîn a li gorî nifûsê jî heye.   Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û Koma Şopandina Covîd-19’ê Dr. Ayfer Bostan, têkildarî asta ku vîrûsa koronayê hatiyê, testên ku tên kirin, rêbazên şopandina têkoşîna li dijî vîrûsê û tiştên ku divê bên kirin axivî. Bostan, diyar kir ku tenê testkirina kesên ku serî li nexweşxaneyê didin û giliyên wan hene ne rast e û di gelek mijaran de hişyarî da.   DI TEVDÎRAN DE SERKEFTIN TUNEYE   Bostan, bal kişand ser qedexeyên derkletina derve yên dawiya hefteyê û ji bo kesên temenê wan di seriya 65’an û di binî 20’î de û wiha got: “Her çiqas ev weke tevdîrên îzolasyonê bên dîtin jî ji ber ku ast bi ast û parçe kirîne encamên baş jê wan nayê derxistin. Têkildarî encamên qedexeya derketina derve ya ji bo 2 rojan nîqaş hene. Roja piştî qedexeyê mirov dîsa diçin kar û bi hev re têkîlî datînin. Ji ber vê yekê jî encama kut ê xwestin ji vê rêbazê nayê girtin.”   PERGALA TENDURISTIYÊ YA ASTA YEKEMÎN   Bostan, diyar kir ku tenê testkirina kesên ku serî li nexweşxaneyê didin û giliyên wan hene ne rast e û ev tişt got: “Ji bilî vê rêbazê divê rêbazeke ku hemû civak bê testkirin, bê dîtin. Jixwe li bajaran navend û hejmara testan jî kêm in. Weke encam ji bo bersivandina şewbê pêwistî ne tenê bi rêxistinbûna nexweş-nexweşxane di heman demê de pêwistî bi rêxistibûna xizmeta tenduristiyê ya asta yekemîn a li gorî nifûsê jî heye. Ev jî bi pergala heyî ya tenduristiyê ne pêkan e ku pêk bê. Divê hejmara testan bê zêdekirin.”   AMÛRÊN PARASTINÊ KÊM IN   Di berdewama axaftina xwe de Bostan bal kişand ser amûrên parastina ji vîrûsê û wiha pêde çû: “Di vê vê pêvajoyê de tenduristiya xebatkarên tenduristiyê gelek girîng e. Lê mixabin Wezareta Tenduristiyê ji bo bersivandina amûrên parastina ji vîrûsê ne amade ye. Gelek amûr kêm in. Ev jî dibe sedem ku xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrûsê bikevin. Ji bo bidawîkirina vîrûsê divê xebatên tenduristiyê tenê bi nexweşxaneyan bi sînor nemîne û ji bo xizmetên tenduristiyê rêxistinbûneke baş bê kirin. Divê plana vê yekê li gorî nifûsê li herêman bê kirin û hilberîna jiyanî nin be divê bê sekinandin. Divê odeyên bijkan tevlî lîjneyên pandemiyê yên bajara bibin.”   MA / Adnan Bîlen